BI DÎMEN

Gel bi QSD û Rêveberiya Xweser re ye

Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj ragihand ku baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê qels nebûye, ti êriş nikare yekîtiya gel xera bike û destnîşan kir ku yekîtiya gel wê êrişan têk bibe.

ÊRIŞÊN LI DÊRAZORÊ

Herêma Dêrazorê piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin di çarçoveya sîstema Rêveberiya Xweser de sîstema xwe ya rêveberiyê li ser meclîs û komunan ava kir. Lê belê êrişên li ser vê herêmê û sîstema wê ya rêveberiyê dema dawî zêde bûne. Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj li ser êrişên li dijî kantona Dêrazorê, dilsoziya gel a bi Rêveberiya Xweser re û taybetmendiya giştî ya Dêrazorê ji ANF'ê re axivî.

El Dixêvîj anî ziman ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên li herêmê li dora vê sîstemê bûn yek, dest bi birêxistinkirina jiyana xwe kirin û diyar kir, Dêrazor ji aliyê cografîk ve herêmeke berfireh û ji çandiniyê re berhemdar e, ji aliyê çandiniya genim û pembo ve dewlemend e. El Dixêvîj ragihand ku piştî Dêrazor hate rizgarkirin, gel û olên herêmê mozaîkeke bi hev re ava kirin, ev sîstem bi baweriyeke mezin ava bû. El Dixêvîj destnîşan kir ku li hemberî êriş û hewldanên siyasî yên li ser Dêrazorê gel hîn bêhtir xurt û yek bûye û got, êrişên dema dawî bandoreke cidî li gel nekirine, baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser hemû hewldan têk biriye.

'PROPAGANDAYÊN LI HERÊMÊ JI BO TEVLÎHEVKIRINA HERÊMÊ YE'

El Dixêvîj diyar kir ku antî propagandayên ji derve li ser Dêrazorê têne kirin dûrî ji rastiyê ne, ji bo tevlîhevkirina herêmê ye, lewma ji aliyê hin saziyên çapemeniyê ve têne belavkirin û got, "Piştî ku Dêrazor ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin meclîsên qanûndanîn, edalet û rêvebirinê hatin avakirin; ev meclîs karekî hevpar dimeşînin. Saziyên li herêmê hemû li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser hatine birêxistinkirin û ji bo xizmetê ji gel re bikin dixebitin."

'BAWERÎ Û BIRYARDARIYA GEL A JI BO QSD'Ê WÊ DEWAM BIKE'

El Dixêvîj anî ziman ku dewleta Tirk, hikumeta Şamê û hin hêzên li herêmê hewl didin li Dêrazorê tevlîheviyê biafirînin û diyar kir, ev hêz li dijî sîstema Rêveberiya Xweser polîtîkayeke şerê taybet dimeşînin, lê belê li Dêrazorê zêdeyî 500 hezar mirov li dora sîstema Rêveberiya Xweser civiyane, baweriya gel a bi vê sîstemê re zêdetir bûye.

El Dixêvîj herî dawî got, "Baweriya gel a bi rêveberiya xweser û QSD'ê bi ti awayî neşikest. Van êrişan baweriya me ya bi yekîtî, hêza me ya parastinê û rêveberiya me hîn zêde kir. Yên ku sîstema gel xera dikin, ewlekariyê dixin metirsiyê di asta sereke de dijminê gel in. Yên ku hewl didin jiyana xwe li ser yên din ava bikin, wê ti carî bi ser nekevin. Di dema êrişên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî de jî karên me yên meclîsê nesekinîn, berevajî ji bo xizmeta ji gel re hîn bêhtir xebitîn. Gel bi QSD'ê re tevgeriya û ev êriş bi saya yekîtiya gel a bi QSD'ê re hatin têkbirin. Gel wê bi QSD'ê û rêveberiya xwe re be; ti êriş wê nikaribe vê yekîtiyê xerab ike. Em ê li hemberî her cûre êrişan li ber xwe bidin."