BI DÎMEN

'Em in xwediyê vê axê û em ê ji bo vê axê jî li ber xwe bidin'

Yek ji Fermandarê Meclîsa Minbicê ya Leşkerî Abu Emar diyar kir ku bi banga gel wan bajarê xwe rizgar kirin û got, "Em in xwediyê vê axê. Em ê ji bo vê axê li ber xwe bidin."

Yek ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Abu Emar têkildarî salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji ANF'ê re axivî.

Abu Emar anî ziman ku ew zarokên vî bajarî ne û got: "Ew êrîşa ku li bajarê Kobanê destpê kir, bû wesîleya wê yekê ku hemû bajar bêne rizgarkirin. Ew bajarê ku bi terora reş û ya DAÎŞ'ê nixumî bû, neteweyan xemilandin. Piştî ku me Kobanê rizgar kir, heta bi Bendava Tişrînê û bi taybetî di sala 2016'an ve me biryara wê yekê da û pêngava rizgarkirina Minbicê da ber çavên xwe. Bi pêşengtiya Abu Leyla me dest bi pêngava xwe kir.

Piştî ku pêngavê destpê kir û Meclîsa Leşkerî a Minbicê hat avakirin bi 6 rojan Abu Leyla şehîd bû. Lewma pêngava rizgarkirina Minbicê veguherî pêngava Abu Leyla ya rizgarkirina Minbicê. Çeteyan gelê me dikirin mertalê zindî, lê dîsa bi hêza gelê xwe me astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û pêngavê dewam kir. Me bi pêşniyariya gelê xwe bajarê xwe rizgar kir. Weke ku em diçin mala xwe û em diçin gel dayîk û bavên xwe, bi wê hêzê gelê me em hembêz kirin. Bi hemû rêbazê gelê me piştgiriya me kir. Tevî ku gelek şehîd jî me dan lê em bi ser ketin."

Abu Emar bi dewamî got, "Abu Leyla yek ji fermandarên ku di hemû warî de pêşeng bû û xwedî wê hêzê bû, ew bi xwe bingeha pêngava rizgarkirina Minbicê. Li şûna vegerê hêz dida û bi wê hêzê jî me li ber xwe da. Her şervanek jî piştî şihadeta Abu Leyla soz bi wê yekê dan û ew xewna Abu Leyla kirin rastî, ew xewna ku mala xwe û kolanên Minbicê rizgar bike. Bi şehadeta Abu Leyla jî wan xwest me bê moral û hêvî bikin, lê bi hêviya Abu Leyla em bi ser ketin. Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê YPJ, YPG jî tê de cih girtin, gelek jin jî di nava YPJ'ê de cih girtin, ew rizgariya jinan bû bi hatin YPJ'ê re."

Abu Emar got, bajarê Minbicê xwedî cihê stratejî ye û di nava xwe de neteweya demokratîk tê de hatiye avakirin, lewra dewleta Tirk rojane êrîş dike û wiha anî ziman: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e herêman dagir bike. Bi taybetî jî bajarê Minbicê dagir bike, ji ber ku bajarê Minbicê xwedî cihekî stratejîk e, di nava xwe de neteweya demokratîk ava kiriye. Ji bo wê jî rojane dewleta Tirk êrîş dike û dixwaze bajarê Minbicê dagir bike. Lê em in jî xwedî wê hêzê, wê tu kes destê xwe dirêjî axa me neke, em ê heta dawiyê li hemberî her tundiya li ser axa xwe li ber xwe bidin."

Abu Emar di dawiyê de got, ew in xwediyê vê axê, ew soz didin ku xwedî li axa xwe derkevin û got, "Ev ax axa me ye û em ê jî xwedî li axa xwe derkevin. Gelê me li pey me ye û em ê bi hêza gelê xwe bi ser bikevin. Dewleta Tirk dema ku êrîş dike nizane ku hêza me ya berxwedanê heye, destê me jî vekirî ye ji her kesî ku dixwaze di nava civaka demokratîk de cih bigir."