BI DÎMEN

Fermandara ku perestgeha wê azadî bû: Sosin Bîrhat

Şoreşger û milîtana pêşeng Sosin Bîrhat, dilê xwe yê weke deryayê bi agirê azadiyê pak kiribû. Mîna kulîlkeke biharê li axa Kurdistanê şîn hat. Ji bo bikaribe paşerojeke bi ewle ji vê xakê re diyarî bike, heta nefesa xwe ye dawiyê têkoşiya û şer kir.

Li vî welatî meşa ji bo azadiyê tê wateya ku mirov cilek ji agir li xwe bike. Di oxira vê rêyê de xwe feda kirin jî tê wateya xwe gihandina lûtkeya rûmet û heqîqetê.

Li welatê me Kurdistanê heqîqet ji aliyê neyaran ve hatibû nixumandin, lewra kesên ku li ser vê axê çavên xwe li jiyanê vedikirin ji heqîqeta hebûn û nasnameya xwe bêpar û bêagahî diman. Lê hilatina roja azad Rêber Apo re heqîqeta ku bi sedsalan hatibû veşartin, dubare derkete ser dika dîrokê. Bêguman ên ku dilê wan ji bo heqîqet û azadiyê lêdida jî ketin ser şopa wê.

Dîroka Kurdistanê êdî bûye dîroka lehengan. Her nifşek ku radibe li pey wan serpêhatiyên lehengan dimeşe. Sosin Bîrhat jî ji wan lehengan e ku bû dildara doza azadiya welat û ji bo ku di rêya heqîqetê de bimeşe bêdudilî gavên mezin avêt û bi kok ve xwe gihand lûtkeyê.

Sosin Mihemed bi nasnav Sosin Bîrhat, ji bo ku bibe şopdara lehengên welatê xwe, xwe bi agirê azadiyê re kire yek, ji bo ku ji zarokên welatê xwe re bibe findek ku rêya wan ronî bike. Sosin di 10’ê Cotmeha sala 1976’an li bajarê qedîm Efrînê ya bedew di nava malbateke ji 6 xwişkan pêk dihat, çavên xwe li jiyanê vekir û bi nirxên pîroz ên welatparêzî mezin bû. Efrîn ew bajarê ku bi çand û xwezaya xwe tê nasîn, kesên di dergûşa xwe de hewand jî kire evîndara/ê bedewiya welat. Lewra hîna ji zaroketiyê ve ji axa xwe re bû evîndar. Di heman demê de malbata Sosin xwedî çendîn şehîdan bû. Sosin ji zaroketî ve Tevgera Azadiyê nasî. Di sala 1996’an bi awayeke domdar di karê rêxistinî de cihê xwe girt. Ji bo pêşxistina xeta azadiyê ya jinê her di nava lêgerînê de bû. Bi armanca rêxistinkirina civakeke exlaqî û polîtîk, fermandar Sosin bû xwedî kedeke bêhempa û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, wê jî aktif cihê xwe di nav refên şerê giran de girt. Di pêvajoya rêxistinkirina gel de bû xwedî kedeke mezin. Di hemû pêngavên azadiyê de pêşengtî kir û li beramberî hêzên tarî yên çeteyan şerekî bê eman meşand. Di şerê azadiyê yê bajarê dîrokî Helebê (Taxa Şêxmeqsûdê) ku wek mînaka yekem a ‘şerê gelê şoreşgerî’ tê pênasekirin, fermandar Sosin wek pêşengeke jîr û biryardar rol leyîst û heya dawî parastina axa berxwedêr kir. Dema behsa berxwedana Şêxmeqsud tê kirin, beriya her kesê/î fermandar Sosin tê bîra mirov. Heya roja îro jî keda Sosin bi awayekî ku nayê jibîrkirin, di kolanên Helebê de şop hiştiye.

FERMANDARA KU BI FELSEFEYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH COALAN RUHÊ XWE PAK KIR

Şerê ku tê meşandin, şerê ronahiyê li dijî tarîtiyê, şerê başiyê li dijî xirabiyê, şerê rûmetê li dijî xiyanet û qirêjiya serdemê ye. Yek ji fermandara vî şerî jî Sosin Bîrhat bû. Wê ruh û mêjiyê xwe bi têkoşîna azadiyê re kiribû yek û her kêliyên xwe zivirandibû tekoşînê. Lewre navê fermandartiya serdemê heq kiriye. Tevgera Azadiyê tevgereke ku bi keda xwe, bi têkoşîn û azweriya xwe li ser lingan dimîne. Kesên ku di nava vê tevgerê de cihê xwe digirin jî bi kedê roj bi roj mezin dibin. Yek ji wan hezkiriyên kedê jî Sosin Bîrhat bû. Wê bi keda xwe ya mezin navê xwe di rûpelên dîroka vê têkoşînê de nivîsand. Pênaseyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku dibêje 'Ya ku şer dike azad dibe, ya azad dibe bedew dibe, ya bedew dibe tê hezkirin'. Ev pênase ji bo Sosin, bû zagona ku rojane jiyana xwe ya şoreşgerî bi wê bineqişîne. Her kêliya ku tê de dijiya bi nirx û bi wate dadigirt. Dema ku mirov li rûyê Sosin mêze dikir hêz, hêvî û bawerî tê de didît. Nexasim navê wê hemnavê ked, fedakarî û nirxê ye. Sosin Bîrhat ji jînê pir hez dikir. Ji ber dizanî şoreşger ji bo jiyana watedar dijîn. Jiyana xwe jî kêlî bi kêlî bedew dikin. Jiyana ku bi armanc be, jiyana ku tê de vîn û azwerî hebe, divê were hezkirin jî. Wê jî di oxira vê jînê de têkoşîn dikir û bi vê hezkirina xwe re dibû çavkaniya jînê ji bo hemû şervan û rêhevalên xwe. 

ÊRIŞA LI DIJÎ FERMANDAR SOSIN TOLHILDANA BINKETINA DAÎŞ'Ê BÛ

Çeteyên hov yên dij-mirov dema ku bi destûr û erêkirina dewleta qirker û faşîst Tirkiyê êrîşê Rojavayê Kurdistanê kirin, dihate plankirin ku çeperên berxwedanê yên Rojava jî wek yên deverên din yek li pey ya din bikevin û wiha jî serweriya çeteyên tarîperest li herêmê çêbibe. Lê bi fermandariya lehengên wek Sosin û bi hezaran şervanên azadiyê, ne tenê ev hovîtî negihîşt armanca xwe, her wiha senger bi senger, bihust bi bihust axa dagirkirî hate rizgarkirin. Bi ser de jî şervan heya navenda DAÎŞ’ê pêşve çûn û her der rizgar kirin. Dewleta qirker ya faşîst ku ev serketin hezim nekir, dîsa kete nav planên qirêj yên nû û ji bo ku tola binketina çeteyên DAÎŞ’ê hilîne, fermandar, şoreşger, welatparêz û pêşengên civakê dike hedef. Di 19’ê tebaxa sala 2021’an de feramndar Sosin bi 4’ hevrêyên xwe re Rênas Amed, Egîd Girkêlegê, Rûbar Hesekê û Sefulah Ehmed re bi awayeke bêbext hatin hedefgirtin. Sosin bi serpêhatiyeke tijî berxwedan, têkoşîn û evîndariya azadiyê di dilê hemû hevrê û gelê xwe de ciheke mayînde girtiye û her roj şervanên azadiyê li ser şopa wê soza bilindkirina doza azadiyê û tolhildanê bilind dikin.