Cenazeyê şehîd Xezal El Şêx li Reqayê hat veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx bi merasîmekî li Reqayê hat veşartin.

XEZAL EL ŞÊX

Şêniyên kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Xezal El Şêx li pakrewangeha bajarokê Hikumiyê veşartin.

Merasîm bi torana leşkerî ya Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Operasyonan Salih Ebdulhemîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em soz didin gelê xwe, tevahî malbatên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku em meşa rûmetê, jiyaneke azad û aştiyê bidomînin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mihemed El Ehmed di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina xeta wan da.

Di dawiya merasîmê wesîqeya şehadetê ya şehîd Xezal hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.