BI DÎMEN

Her netewek bi zimanê xwe li dibistanê xwe dide îfadekirin

Neqşan Mihemed diyar kir ku piştî rizgarkirina Minbicê her netew bi zimanê xwe êdî xwe dide îfadekirin û li şûna yek ziman pir ziman hene û got: "Em salvegera Rizgarkirina Minbicê li hemû gelan pîroz dikin, wê ji bo jiyaneke azad têkoşîn bidome."

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Minbicê Neqşan Mihemed têkildarî pêşketina zimanê her netewê ya di nava civakê de û asta xwendina wan û piştî rizgarkirina Minbicê guhertinên rû dayî, ji ANF’ê re axivî.

Neqşan Mihemed anî ziman ku di nava civaka Minbicê de û di dema DAÎŞ’ê de qedexeya xwendinê rû dida, di heman wextê de piştî Şoreşa Rojava jî rejîma Baasê ziman hemû qedexe kiribûn û li şûna wê tenê yek ziman dabû ferzkirin û got: "Di nava civaka Minbicê de 4 netewên bingehîn û sereke hene, ew jî netewa Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkese. Lê li ser van tevahiyan  jî qedexeya fêrkirina bi zimanê xwe yê dayikê hebû. Qedexe bû ku Kurd di nava dibistanê de bi Kurdî biaxivin, Turkmen û Çerkes jî êdî zimanê wan ber bi tunebûnê ve diçû. Li şûna van hemûyan jî tenê yek ziman dihat ferzkirin, zimanê din jî li netewa wan qedexe bû."

‘LI ŞÛNA ZIMANÊ ME ZIMANEKÎ BIYANÎ DIHAT FERZKIRIN’

Neqşan bi bîr xist ku heta bi demê bi rengekî veşartî wan dixwest êdî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin û got: “Êşkence û êrîşeke tund li ser me de pêk diha. Ew mamosteyê ku em fêr jî dikirin, bi lêdan, zindanê û êşkenceyê re rû bi rû dima. Êdî hemû ziman bi tunebûnê re rû bi rû bûn. Heta demê ku me dixwest bi rengekî veşartî bi zimanê xwe bixwînin, bi hemû hêza xwe û her rê û rêbazê êrîşek dihat kirin. Li şûna zimanê herêmê zimanên biyanî yên weke Ingilîzî û Fransî li ser me dihatin ferzkirin."

‘ZIMANÊ MIROV HEBÛNA WÎ/Ê YE’

Neqşan Mihemed ragihand ku piştî rizgarkirina Minbicê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser qefil bi qefil mamoste û xwendekaran berê xwe didan dibistanan û her netewekê bi zimanê xwe, xwe îfade kir û ev tişt bilêv kir: "Hemû netew bi zimanê xwe li her dibistanê xwe îfade dikin û bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin, çerkes, Turkmen û Kurd jî bi zimanê xwe di nava dibistanê de xwendin. Her kes vegeriya zimanê xwe yê dayîkê û her kes bi zimanê xwe dixwend. Her kes bi zimanê xwe dixwîne ziman bingehe, zimanê mirov jî hebûna wî/ê ye.

Hejmara dibistanan li Minbicê 350, 5.620 mamoste û 127.990 xwendekarin. Ji bo pêşxistina asta ziman em ê her û her di nava têkoşînê de bin. Em salvegera Rizgarkirina Minbicê li hemû gelan pîroz dikin, ew ji bo me rojeke vejînê ye, em ê jî ji bo jiyaneke azad her tim di nava têkoşînê de bin."