Li Efrîn û Ezazê di nava 14 rojan de herî kêm 50 kes hatin revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku di 14 rojên destpêkê yên meha Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û Ezazê herî kêm 50 kes revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora kesên ku ji 1-14’ê vê Tebaxê li Efrînê û Ezazê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin, weşand. Navendê diyar kir ku di 14 rojên Tebaxê de 50 kes hatin revandin.

Li gorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên kesên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin wiha ne: Hesen Elî Elî (47), Mihemed Elî Elî (33), Ebdurehman Resûl (42), Mihemed Ebdurehman (55), Mihemed Mistefa Fewzî (44), Omer Mihemed Reşîd Elo Gêlo (35), Bahoz Edhem Îbrahîm Hemkelî (27), Ehmed Xelîl Elî, Xelîl Îbrahîm Şawtî, Ciwan Hemîd Horo, Mihemed Seîd Omer (43), Omer Mihemed Elo, Ednan Mihemed Elî Hecî (63) û kurê wî Elî Ednan Hecî (20), Azad Mihemed Reşo (40), Reşîd Şukrî Reşîd (53), Zekereya Horo (60), Ziyad Horo (25) ku astengdar in, Mihemed Mihyedîn Cemal (34), Mihemmed Seydo Mistefa (29), Mehmûd Mihemed Qertel (32), Ziyad Mihemed Mihemed (24), Cîhad Mihemed Îbrahîm (50), Mihemed Îbrahîm (32), Selah Ehmed Siwêdan (54) û Mihemed Îsamîl (22), Ciwan Silêman (23), Ehmed Mihemed Mistefa (46), Ebdureheman Hesen (58).

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku çeteyên navê "Ceyş El Wetenî" li xwe dikin, 8’ê Tebaxê jina bi navê Nermîn Adil Mihemed û kurekî wê û birayê wê  Malid Adil Mihemed li bajarê Ezazê revandin.

Li gorî navendê, çeteyên "Polîsên leşkerî" 13’ê Tebaxê li gundê Marata yê bajarê Efrînê bi ser mala welatiya bi navê Îlham Naso girtin, Îlham Naso û hevjînê wê Fexrî Reşîd Hemo, kurên wan Şiyar (4), Gîvara (14), Ciwan (16), mêvanên wan, Fehîme Reşo û Luey Mihemed Hemo (24), Amir Hemû, Nûrî Hemo, Xelîl Reşo, Ebdurehman Hemo, Ferhan Reşîd Hemo, Rengîn Hemo, hevserê wê Ehmed El Ehmed û kurê wê Nasir El Ehmed revandin.

Navendê her wiha diyar kir ku di 14’ê Tebaxê de çeteyên "Ceyş El Wetenî" li avahiya Gumrikê ya li kolana Raco ya bajarê Efrînê bi ser gelek malan de girtin û hejmarek kes revandin. Li gorî navendê, ji revandiyan navên Nûrî Mistefa Hisên, Ebdo Mistefa  Ehmed, Luqman Seydo (38).

Navendê diyar kir ku piraniya kesên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatine şandine û çarenûsa wan nediyar e.