Dagirkeran 6 kes revandin û bi hezaran dar şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û Ezazê herî kêm 6 kes revandin û bi hezaran dar şewitandin.

REVANDIN Û QIRKIRINA XWEZAYÊ

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku çeteyên "Ceyş El Wetenî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker Heysem Elî Elî (41) û birayê wê Rifet Elî Elî (36) yên ji Cindirêsê, xaltîka wan Rifet Cem (45) ya ji gundê Berad ê bajarê Şêrawayê revandin. Navendê diyar kir ku Mensûr Xosanî û biryarê wî Mihemed Xozanî yên ji Derayê jî ji aliyê çeteyên heman komê ve hatin revandin. Li gorî navendê, çeteyên Sutlan Silêman Şah (Emşat) li gundê Mermitik ên Şiyê jî hin kes revandin.

Çavkaniyekî xwecihî daxuyand ku çeteyên artêşa Tirk îro li bajarê Ezazê welatiyê bi navê Riya Ebdurehman Hesen (42) ê ji gundê Telefê yê başûrê rojavayê bajarê Efrînê revand û bir navenda bajarê Bilbilê. Heman çavkanî anî ziman ku kesek ji herêma Qelemûn ku li Efrînê hatiye bicihkirin, mala welatiya bi navê Mûsa Eû Mûsa firot kesek bi navê Mihemed El Îsa Ebû Zubeyîr ê ji gundewarê başûrê Helebê.

Her wiha hate zanîn ku çeteyên koma El Hemzat li nêzî gundê Feqîra yê Cindirêsê û li gundê Zara yê bajaroka Bilbilê bi hezaran dar şewitandin.