SOHR: Tirkiye çeteyan dişîne Başûrê Kurdistanê

SOHR’ê ragihand ku Tirkiyê hejmareke zêde ya leşkerên kirêgirtî şandine Başûrê Kurdistanê.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatine piştrastkirin, hejmara leşkerên kirêgirtî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo li çiyayên Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla bide şerkirin, wergirtine ji 550 çeteyan derbas kiriye. Ev çete li nav komên çeteyan yên El-Hemze, Sultan Silêman Şah, Sultan Mûrad û gelek komên din tên bicihkirin.

Piştî ku Tirkiye 150 çete weke komeke nû şand Herêma Başûrê Kurdistanê.

Di 22’ê Tîrmehê de çavkaniyên SOHR’ê ragihandin ku rayedarên Tirk bi sedan çete neçar kirine ku li Başûrê Kurdistanê weke leşkerên kirêgirtî an bi mûçe li dijî PKK’ê şer bikin.