Dewleta Tirk a dagirker bombe li sivîlan barand: 4 birîndar

Artêşa Tirk a dagirker bi dronên kamîkaze bombe li gundê Bênê ya bajarê Şêrawa ya li Kantona Efrîn-Şehbayê, barand û 4 kes birîndar kirin.

Balafireke kamikaze ya artêşa Tirk adagirker li gundê Bênê yê bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê êriş pêk anî.

Balafira dewleta Tirk erebeya welatiyê bi navê Ebû Zekur ê ji gundê Kefer Nayê bombebaran kir. Di encamê de Ebû Zekûr birîndar bû û erebeya wî derbe xwar.

Dema ku şêniyan berî dan cihê bûyer, artêşa Tirk careke din bi balafireke kamikaze heman cih kir hedef. Di êrişa vê carê de jî 3 welatî birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Heyder Mihemed (45) ji gundê Bênê ye, Yûsif El Aric (27) ji gundê Ziyaretê ye, Mistefa Rifet Şêxo (28) ji gundê Meydan Ekbezê ye.

Her çar welatiyên birîndar birin nexweşxaneyên Til Rifat û Avrînê yên bajarokê Fafînê.