Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx li Reqayê şehîd bû
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx li Reqayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin 15'ê Tebaxê şehîd bû.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx li Reqayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin 15'ê Tebaxê şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx dema erka xwe pêk dianî, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, Xezal El Şêx roja pêncşemê (15’ê Tebaxê) li Reqayê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Xezal re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdên me yên leheng ditewînin. Em ê heta mîsogeriya ewlehî û aştiyê li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopdarên xeta şehîdan bin."
Nav û paşnav: Xezal El Şêx
Navê dayikê: Fitêm
Navê bavê: Îbrahîm
Cih û dîroka tevlêbûnê: Reqa, 01.11.2018
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 15.08.2024