Li Idlibê teqîn: Kesek mir û 4 jî birîndar bûn

Li bakurê Idlibê teqînek pêk hat û di encamê de ji heman malbatê kesek mir û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), teqîn li bajarokê Kellî yê bakurê Idlibê yê dagirkirî di malekê de çêbûye. 

Li gorî SOHR, xwediyê malê dema hewl dide cismek ji bermahiyên şer ji hev veke, di destê de teqiya. Di encamê de kesek mir, kurê wî yê 7 salî, hevjîn û her du keçên wî yên 2 salî birîndar bûn.

SOHR, destnîşan kir ku ji destpêka salê ve di encama teqînên bermahiyên şer de 135 kes hatine kuştin ku di nav wan de 48 zarok hene û her wiha 180 kes birîndar bûn ku di nav de 88 zarok hene.