Xelkê Helebê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan

Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê bi meşekî girseyî hate protestokirin.

Di çarçoveya bertekên şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a şaxê Helebê bi beşdariya xelkê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist.

Meş ji pêş hola 8ʹê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta ʹHûn nikarin roja me tarî bikinʹ dest pê kir.

Li qada Cebaneta meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê TEV-DEMʹê yê şaxê Helebê Mirî Eş Şiblî axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe dîrok nivîsî  û fikrên wî yên azad nîşaneyên pêşeroja herêmê guhertin û tevahî komployên li dijî azadîxwazan şikandin."

El Şiblî wiha domand: "Xelkê her du taxan di oxira parastina fikra Rêber Abdullah Ocalan û xebata li ser misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî de amade ye canê xwe bide."

Rêvebera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Elîf Hesen axivî û got: "Fermandar Şiyar Efrîn ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê canê xwe feda kir, ji Rêber Abdullah Ocalan perwerde dîtibû.”

Elîf wiha domand: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hişt ku li Îmraliyê pergala îşkence û qirkirinê bimeşe. Lê Rêber Abdullah Ocalan bi rêya berxwedanê tevahî plan têk birin. Ji ber wê, dê gel heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin."

Meş bi dirûşmeya  ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ bi dawî bû.