Dewleta Tirk ji bo 'fidyeyê' 3 kesên din li Efrînê revand

Hate ragihandin ku dewleta Tirk li Efrînê 3 kesên din revandiye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, 'Polîsên Leşkerî' ku amûra sûc a paramîlîter a dewleta Tirk a li Efrînê ye Xelîl Ekrem Xincik, Ehmed Ebû Xelîl û Hisên Kemûne revandine.

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin ji gundê Nisiriyê yê Cindirêsê ne û ji bo berdana wan jî 2 hezar dolar fîdye ji malbatên wan hatiye xwestin.