BI DÎMEN

Seyît Evran li ser gora xwe hate bîranîn

Kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎD SEYÎT EVRAN

Kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran ku di 22'ê Îlona 2023'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama krîza dil de şehîd bû, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de ji aliyê hevrê û hempîşeyên xwe ve li ser gora xwe hate bîranîn.

Bîranîn li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê pêk hat û hempîşeyên wî kulîlk danîn ser gora wî.

Di merasîma bîranînè de  piştî deqeyek rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî.

Mihyedîn Hesen piştî sersaxî  ji hevrê û malbata Şehîd Seyît Evran re xwest, bal kişand ser têkoşîna Şehîd Seyît Evran û diyar kir ku Şehîd Seyît bi têkoşîna xwe mîraseke mezin li pey xwe hişt û got: “Lazim e em xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin.”

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî peyama dawî ya Şehîd Seyît xwend û bal kişand ser têkoşîna  30 salan  a Şehîd Seyîd Evran.

Endama Desteya Rêveber a YRA’yê Evîn Îbrahîm jî got: “Em wek şagirtên Şehîd Seyît, heya dawî li ser şopa wî têkoşîna xwe bidomînin.”

Di merasîma bîranînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîd Seyît Evran hatin bilindkirin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.

Merasîma bîranînê bi belavkirina pirtûka Şehîd Seyît Evran a bi navê “Sir û Raza Çiya” bi dawî bû.