Rojnamevan Seyît Evran li ser gora xwe hat bibîranîn

Li Qamişloyê bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan Seyît Evran mûm hatin vêxistin û hat tekezkirin ku ew ê pênûsa şehîd Seyît li erdê nehêlin.

Rojnamevan Seyît Evran di 22'yê Îlona 2023’yan de ji ber krîza dil şehîd bû. Rojnamevan Seyît Evran li ser gora xwe ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Di axaftinên biraninê de hat teqez kirin ku ew ê pênûsa şehîd Seyît li erdê nehêlin.

Piştî axaftinan girse li ser gora şehîd Seyît Evran mûm vêxistin.