Serokê YNK'ê peyam da kongreya PYD'ê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyamek şand û işaret bi girîngiya karê hevpar kir.

Doh 10. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di roja duyemîn de li Hesekê bi diruşma ʹBi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîkʹ dewam kir. Doh li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re şand.

Peyama Bafil Talebanî wiha ye:

“Birêz rêhevalên me yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), bi boneya 10. konferansa partiya we ya têkoşer, ez bi navê xwe û bi navê Yekîtiya Niştimanî germtirîn pîrozbahî li we dikim û bextewerî û serkeftinê ji we re dixwazim.

Konferansa we di rewşek hestyar de hat lidarxistin, ji ber ku herêma me û Rojhilata Navîn di zehmetiyên mezin re derbas dibin û ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hemahengî û karekî hevbeş heye bo parastina mafên xwe yên netewî û destkeftên bidestxistî.

Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin tine ye, baştirîn bijarde ji bo guhertinên ku derdikevin pêş, çareseriya aştiyane û danûstandine, wek ku çawa em dibêjin aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, ez hêvî dikim ku hemû alî vegerin ser maseya diyalogê û baweriya me bi pêkvejiyan û karê hevbeş heye.

Birêzan di kongreya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, ez piştrast im ku hûn dê di vê ezmûnê de jî bi ser bikevin. Em hêvî dikin ku pêşniyar û biryarên we xizmetê ji armancên bilind ên gelê Kurd û jiyana hevbeş a hemû gelan re bikin.”