Dewleta Tirk 4 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li Efrinê 4 kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrinê 4 kes revandin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker çarşemê şêniyê bi navê Mihemed Fadil Hisên (46) ê ji pêkhateya Ereb li taxa Eşrefiye revandiye û heta niha sedema revandinê ne diyar e.
Cendirmeyên Tirk jî şêniyên bi navên Mueyed El Elî û Mihemed El Elî yên ji bajarokê Neway ê Derayê û Hesen El Hayik ê ji bajarê Helebê dema hewl didan sînor derbas bikin û bikevin Tirkiyeyê revandine.