Kongreya PYD’ê li Hesekê destpê kir

Kongreya 10’an a PYD’ê li Hesekê destpê kir.

Beriya çend kêliyan Kongreya 10’an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk" li hola Serdem a li bajarê Hesekê destpê kir.

Kongreya ku di salvegera 21’an a damezirandina partiyê de destpê kiriye wê du rojan (21 û 22’ê Îlonê) dewam bike.

Li hola kongreyê pankartên bi nivîsên "Rizgarkirina herêmên dagirkirî mîsogeriya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê û yekitiya xaka wê ye", "Partiya me partiya şehîdan û kedê ye" Em ê têkoşîna xwe bidomînin", "Şehîd pêşengên me yên manewî ne û sembola jiyana ebedî ne", "Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civakeke exalq, polîtîk û demokratîk e" û "Di şerê gel ê şoreşgerî de her ferdek dibe berxwedêrek û her dengeke li qada azadiya dibe çekek" hatine vekirin. Her wiha wêneyên pêşengên PYD’ê Şîlan Kobanê, Zekereya, Ciwan, Fûad û Cemîl ên sala 2004’an di komkujiyeke de şehîd bûn, hatine daliqandin.

Ji tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam û Ewropa 700 delegeyên partiyê, dîsa hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevserokên TEV-DEM’ê Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman, henûnerên saziyên jinan, leşkerî, şêxên eşîrên Ereban, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan jî beşdar bûne.

Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre hevseroka PYD’ê Asya Abdullah dest bi axaftinê kir.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê dê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongra Star jî wê axaftin werin kirin. Dê nameyên pîrozbahiyê werin xwendin û sînevîzyonek li ser xebatên partiyê were pêşandan.

Di bernameya kongreyê de dê spasname pêşkêşî malbatên şehîdan werin kirin, raporên meclisên partiyê û perespektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê werin xwendin.

Her wiha dê rêziknameya partiyê di ber çavan re were girtin û li gorî pêşniyar û nêrînan were guhertin. Piştre dê meclisa giştî ya partiya û hevserokatiya nû werin hilbijartin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku PYD’ê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdariya 185 delegeyan di Îlona 2003’an li çiyayê Kurdistanê lidar xistibû. Di kongreyê de avakirina PYD’ê hat ragihandin.

Kongrê bi axaftina hevseroka PYD’ê Asya Abdullah dewam dike.