BI DÎMEN

Li dijî kiryarên li herêmên dagirkirî bang hate kirin

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bang li saziyên mafên mirovan kir û got: "Êdî çavên xwe li hemberî kiryarên dagirkeriyê yên ku li herêmên dagirkirî pêk tên, vekin."

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxirê ê Efrînê li ser malên gundiyan de girtin û êşkence li gundiyan kirin. Di encama êşkenceyê de 2 jin hatin qetilkirin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê li dijî kiryarên derexlaqî yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û bang li saziyên peywendîdar kir ku li hemberî kiryarên dermirovî bi erka xwe rabin.

Daxuyanî bi du zimanan hate xwendin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Berdevka Desteya Perwerdeyê ya Jinan Sozdar Mehmûd û ya bi Erebî jî ji aliyê Endamê Meclîsa Cihbicihkar a Kantona Firatê Xalid Cerad ve hate xwendin. 

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bal kişand ser êrîşên li dijî îradeya gelên Sûriyeyê û ev yek got: ‘’Dîrokê gelekî şahidiya neheqî û hovîtiya dewleta Osmanî û pêkanînên hovane yên li dijî gelên herêmê û bi giştî û yên li dijî gelê Kurd kiriye. Girêdayî vê zihniyetê dewleta Tirk a dagirker bi van kiryarên xwe yên qirêj û dermirovî hewl dide ku xewnên vegerandina zîhniyeta dewleta Osmanî ya jinavçûyî bi heman pêkanînan bidomîne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi kiryarên xwe yên derqanûnî êrîşê li îradeya gelên Sûriyeyê û bi taybet jî ya gelê Kurd dike. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî destpê dike ku heta sala 2018'an ya li Efrînê dewam dike. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê herêm ji aliyê bejahî û hewayî ve dagir kir û li dijî gelê me kiryarên xwe yên derqanûnî pêk anîn. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li Efrînê serî li her cure kiryarên derqanûnî yên weke talankirin, êşkencekirin, koçberkirin, desteserkirina mal û milkê welatiyan, birîna daran û guhertina demografiya herêmê dan.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Kaxirê êrîş birine ser jin û zarokan û ev yek hatin gotin: ‘’Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî dewam dikin. Li dijî welatiyên herêmê qîrkirin û binpêkirinan pêk tînin ku ya herî dawî jî ew e ku di 15’ê Îlonê de li ser şêniyên gundê Kaxirê girtin û êrîş birin ser jin û zarokan.  Çekdarên Sultan Silêman Şah (El-Emşat) ku li ser hemwelatiyan etawetê ferz dikin lê belê  gelê herêmê li hemberî vê kiryarê bi girseyî rabûn ser piyan û jinan jî serpêşiya vê serhildanê kirin. Çeteyan li hemberî vê yekê  meşa jinên gund gulebaran kirin  ku li dijî jinan rêbazên tundiyê bi kar anîn. Ev hemû bi armanca qutkirina dengê jinan û şikandina hêza wan tên kirin. Di  encama vêêrîşê de  de hejmareke jinan birîndar bû û gelek kes jî hatin girtin.’’

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a  Herêma Firatê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li saziyên mafên mirovan kir û ku bi erka xwe rabin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: ‘’ Em weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê û hemû saziyên xwe, binpêkirinên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li Efrînê yên bêparastin şermezar dikin. Em bi yekdengî li pişt gelê xwe yên li Efrîna dagirkirî ne û piştgiriyê didin serhildan, lehengî û helwesta wan a wêrek a li hemberî van kiryarên xerab. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember van binpêkirinan û kiryaran rawestin û êrîşên li dijî gelê me yê Efrînê û herêmên din ên dagirkirî şermezar dikin.’’