Hevserokên PYD’ê: Çareserî, azadkirina xakên dagirkirî ye

Hevserokên PYD’ê diyar kir ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd têkoşîn didome û got, ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê divê xakên dagirkirî bên azadkirin.

Kongreya 10’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdaariya 700 delegeyî li bajarê Hesekê dewam dike.

Pişt deqeya rêzgirtin, hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî. Muslim lidarxistina kongreya 10’emîn li gelên herêmê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Ji sala 2003’an ve em di vê meşê de ne. Meşa me heya niha dewam dike. Me gelek zehmetî dîtin. Di nava van salan de me karibû bibin pêşengên gelên herêmê û hîna jî wisa ne. Em di meşa xwe û  xwedîdkertina li xwîna şehîdên xwe de berdewam in. "

Muslim bal kişand ser felsefeya Abdullah Ocalan jî û ev nirxandin kir "Me dîroka gelan lêkolîn kir û me dersên girîng jê girtin. Me dît ku dijminên gelan sûdê ji parçebûnê werdigirin û gelan wekî amûr bi kar tînin. Li ser vê yekê Rêberê me felsefeya neteweya demokratîk wekî hêmanekî sereke yê xwişk û biratiya gelan pêşkêş kir. Li vir ramanekî ronî heye ku dikare ji tevahî gelên herêmê re bibe ronahiyek. Em bi vê felsefeyê ve girêdayî ne, ji ber ku ev felsfea keştiya rizgarkirina gelan ji zilm û bindestiyê ye."

Salih Muslim diyar kir ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de armanca wan ew bû di hemû qadan de guhertina rewşa gel bû û wiha pê de çû: "Di aloziya Sûriyeyê de armanca me ew bû ku rewşa gel di hemû qadan biguherînin da ku karibin bi xwe xwe bi rêve bibe. Piştî 13 salan ji şer, diyar bû ku xeta partiya me ya durust bû. Em ji gelên herêmê re bûn pêşeng. Ya ku li Sûriyeyê qewimiye gihiştiye wê astê ku bûye mîna navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Gelê me pisporî û ezmûn qezenc kir. Meşaleya me heye ku rêya me ronî dike. Me soz daye Rêbertî û şehîdên xwe ku hemû destkeftiyên têne bidestxistin ji bo gel in. Her çiqasî gel zane be wê serkeftin para wî be. Em dildarên şehîd û rêveberê xwe bin."

Muslim di dewama axaftina xwe îşaret pê kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê  bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêkan e.

Muslim got, rêveberiya gel û dîplomasiya civakî bingehê xebata wan e û wiha pê de çû "Ji bo avakirina yekitiya partiyên Kurdan me gelek civîn ji partiyan re li dar xist. Em dixwazin yekitiya kurdî ava bike. Diyalogên me berdewam in. Ji destpêkê ve û heta niha em hewl didin nêrîneke yekbûyî ya tevahî partiyan çêkin."

Têkildarî aloziya Sûriyeyê jî Muslim ev nirxandin kir "Em hene. Ji Sala 2005’an ve hinek alî hebûn dixwestin me ji diyalogan dûr bixin heya ku rewşa Sûriyeyê gihaşt vê aloziya. Em hîna jî aliyekî diyalogan e, em hewl didin çareseriyê pêk bînin. Em fikrên xwe didin jiyîn. Partiya me wê pêşeng bimîne. Divê her kes bizanebe ku xebata me ji bo pêkanîna guhertineke demokratîk li Rojhilata Navîn e."

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku ew di pêvajoyeke hestiyar û gelekî zehmet de kongreya 10`an li dar dixin û anî ziman ku aloziyên bi girêk ên li ser asta herêmê û cîhanê bandorê li herêma wan jî dike.

Asya Abdullah berxwedana hêzên parastinê silav kir û got: "YPG û YPJ’ê fedakariyên mezin dan. Îro jî bi pêşengiya QSD’ê destkeftiyên hatine bidestxistin tên parastin."

Asya Abdullah îşaret pê kir ku nexşeyên li ser maseyan tên sazkirin ne çareserî ne û got: "Lê belê li ser hesabê gelan û înkarkirina dîroka wan proje tên danîn. Di serî de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê herêmên dagirkirî hene. Muxalefeet êdî bûye beşek ji dagirkeriyê. Wezîfeya me jî heya rizgarkirina herêmên dagirkirî  û jiyaneke azad û bi rûmet têkoşîn e. Ev wezîfe yek ji armancên pêşîn ên partiya me ne. Bêyî rizgarkirina erdên me û bêyî mîsogeriya yekitiya xaka Sûriyeyê tu çareserî nin in. Divê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Em ê jî di vî warî de xebatên xwe berdewam bikin."

Asya qala pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê tê meşandin kir û wiha axivî "Ji 3 salan ve tecrîd berdewam e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd em ê di hemû qadan de têkoşînê geş bikin."

Asya Abdullah anî ziman ku yekitiya neteweyî yek ji stratejiyên siyasî yên PYD’ê ye û got: "Erka me ew e ku xeta neteweyî ya di çarçoveya stratejiya demokratîk û parastina desteftiyên gelê Kurd de biparêzin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka  Kurdên li Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî em amade ne roleke pêşeng bilîzin. Yekitiya tevgerên siyasî yên Kurdan di hemû qadan de girîng e. Ji bo pêkanîna vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser xebatên PYD’ê hat pêşandan.

Kongre bi axaftinan dewam dike.