Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin

Di kongreya 10’emîn a PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên nû hatin hilbijartin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 10ʹemîn bi dirûşma ʹBi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîkʹ li Hesekê li dar xist. Di kongreyê de 700 delege beşdar in.

Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.

Dê kongre bi hilbijartina 90 endaman bo Meclisa Giştî ya PYDʹê bi dawî be.