Dewleta Tirk li Efrînê 10 kesên din revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê herî kêm 10 kes revandin.

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê ragihand, ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker 6 şênî li bajarê Cindirêsê revandine. 

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne: Nebhan El Yusif, Îbo Yusif ên ji gundê Xalta, Hec Salih ê ji gundê Meraniyê, Mihemed Hesen Xorşîd û Sîvan Reşîd ên ji gundê Kûra û Mistefa Şikrî.

Heman çavkaniyan, diyar kir ku çeteyan her şeş kes birine girtîgeha Maratê ya li navenda bajarê Efrînê û ji bo serbestberdana her yekî 2 hezar dolar fîdye ji malbatên wan xwestine.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê, jî ragihand ku çeteyan beriya hefteyekê şêniyê bi navê Mihemed Henan (37) li pêşiya mala apê wî ya li taxa Eşrefiye ya Efrînê ber bi cihekî nediyar ve revandiye.

Beriya mehekê jî çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Dawûd (38) ê ji gundê Cela yê bajarê Recoyê ji maleke li nêzî mizgefta Bîlal a taxa Eşrefiye revandibû.

Her wiha çeteyan Mistefa Şaban (40) û Xelîl Şêx Sîdî yên ji gundê Badîna yê bajarê Mabeta yê Efrînê revandine.