'Kiryarên dewleta Tirk li dijî Îslamê ne'

Şêx Mihemed El Xerzî û Amîra El Azo diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk li dijî ola Îslamê ne û destnîşan kirin, ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û zêdetirî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Dewleta Tirk a faşîst van kiryarên li dijî hemû zagonên mafê mirovan û li dijî zagonên olî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kar tîne. Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Mihemed El Xerzî û Koordînasyona Meclîsa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amîra El Azo ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcekî dermirovî ye.

‘DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE’

Şêx Mihemed El Xerzî da zanîn ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rêgezên olî de sûcek herî mezin e, nayê efûkirin û wiha pê de çû, “Hemû pêxember ji bo aştî û misogerkirina azadiya gelan daketine qadan. Yek kesên ku xebatê aştî û azadiyê hildaye li ser milê xwe Rêber Abdullah Ocalan e. Me hemûyan berxwedana Rêber Apo dît û heta roja îro em dibînin. Divê niha Rêber Apo di nav gelan de ba. Ji ber ku ew bi xwe fîlozof û zanyar e. Girtina Rêber Apo sûcek li dijî mirovahiyê ye. Di ol de ev yek nayê qebûlkirin. Kesekî ku zirar ne gihandiye tu kesî û li ser esasê azadiya gelekî bindest têkoşîn kiriye.”

‘GIRTINA RÊBER APO SÛCEK LI DIJÎ ÎSLAMÊ YE’

Şêx Mihemed El Xerzî li ser Îslamiyeta Radîkal a dewleta Tirk a dagirker got ku kiryarên dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser tevahî gelê Kurd dike, şerek li dijî Îslamê ye û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker xwe bi navê dewleteke Îslamê nîşan dide û dibêje ez jî civakek aştiyane dixwazim. Lê ev yek ne rast e û li dijî Îslamê ye. Di îslamê de hatiye gotin ku me netewên cuda cuda çêkirin da ku hun hev nas bikin û bi awayek hevpar bi hev re jiyan bikin. Em dibînin çawa dewleta Tirk netewperestiya xwe diparêze û ji bilî netewa Tirk netewek din qebûl nake. Wek Kongreya Îslama demokratîk dibêjin ku divê mafê hemû mirovan wek hev were dîtin, ferq û cudahî nekeve navbera wan de.”

‘KIRYARÊN DEWLETA TIRK DI ZAGONÊN OLÎ DE NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Amîra El Azo da zanîn ku girtina Abdullah Ocalan û tecrîda li ser tê ferzkirin ne di zagonên cîhanî û ne jî li gor pîvanên olî tê qebûlkirin û wiha axivî, “Hemû dewletên navnetewî li hember vî sucî bê deng in û sînorekî ji van kiryarên qirêj ên dewleta Tirk re nadeynin. Dewleta Tirk tim dibêje ez pir başim û zirarê nadim kesekî. Lê di cewher de ew kesekî li dijî hemû zagona ye û bi taybet jî li dijî pîvanên Îslamê ye. Rêber Apo tenê ji bo azadiya gelê Kurd bi dest bixe xwe feda kir. Dewleta Tirk dît ku fikrê Rêber Apo wê azadiya netewan bi xwe re bîne ji wê demê ve hemû rê û rêbazê xwe yê qirêj bi kar anîn û Rêber Apo xistin zindanê. Tevî van hemû kiryarên xirab tecrîdek giran li ser Rêber Apo ferz dikin.”

‘FIKRÊ RÊBER APO DI NAV ME DE WÊ ZINDÎ BIMÎNE’

Amîra El Azo got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin ber bi azadiyê ve bir. Divê wek jin têkoşîn bikin û li hember vî dijminê hov serî hildin. Amîra El Azo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îslam nabêje mirovek wek Rêber Apo azadîxwaz bixin di nav çar dîwara. Îslam dibêje mirovê mîna Rêber Apo divê di nav gel de fikrê xwe belav bikin. Da ku gel ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibe. Bila dijmin jî zanibe ku fikrê Rêber Apo di nav me di zindî ye û her dem wê zindî bimîne.”