ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Rimêlanê bombe li saziyeke sivîl barand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Rimêlan a li Kantona Qamişloyê bombe li saziyeke xizmetê barand. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD′ê û endamê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Mizyed yê di 20’ê Mijdarê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li Minbicê hat veşartin. -
HRE’yê nasnameya şervanek xwe eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya Berfîn Efrîn a ku di 19’ê Mijdarê de li herêma Efrînê şehîd bibû, eşkere kir. -
QSD: Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Hêzên Antî-Teror ên QSD’ê li Reqayê operasyon li dar xist, di encama operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin. -
Cenazeyê Şefîqe Esed li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariyê Şefîqe Esed bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin. -
Mêr ên herêma Firatê li dijî tundiya li jinê meşiyan
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên herêma Firatê li bajarê Kobanê daketin qadan û li dijî tundiyê meşiyan. -
Dagirkeran êrîş birin ser gundê Ewn Dadatê: 7 kes birîndar bûn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Ewn Dadat ê Minbicê barandin. Di encamê de 7 kes birîndar bûn. -
Rêveberiya Herêmî ya Firatê ji sedî 80 ê projeyên xizmetê pêk anî
Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê ragihand ku ji sedî 80 ê projeyên xizmetguzariyê yên ji bo sala 2023'an diyar kiribûn, pêk anîne. Rêveberiyê diyar kir ku bi komunan re wan dest bi amadekirina projeyên ji bo sala 2024'an kirine. -
Dewleta Tirk gundekî Minbicê topbaran kir: Şehîd hene
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê Minbicê topbaran kir. Hat diyarkirin ku şehîd û birîndar hene. -
Xelkê Dêrazorê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Xelkê Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin
Endamên TCŞ’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Balafirgeha Marseîlle Provence çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
Cenazeyên 2 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fîras El Semran û şervanê Lîwa El Şîmal El Demokratî Ehmed El Mistefa hatin veşartin. -
Ji bo Şehîd Mezlûm Dijwar li Helebê şîn hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Mezlûm Dijwar ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, li Helebe şîn hat danîn. -
Ji bo 2 şervanên QSD'ê yên şehîd bûn li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn
Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de yên 15 û 16'ê Mijdarê 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Ji bo herdu şehîdên QSD'ê li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn. -
Bekir Elo: Krîzên heyî wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareser bibin
Hevserokê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo diyar kir ku çareseriya krîzên cîhanî bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane û got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me nesekine." -
Li Efrînê êrîşa bombeyî li dijî nuqteyekî çetayan: Herî kêm 3 çete hatin kuştin
Li ketina bajarê Efrînê ya dagirkirî wesayîtek bombebarkirî li nuqteya kontrolê ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk teqiya. -
Cenazeyê şehîd Hisên Nofel hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Nofel hat veşartin. -
Li herêma Cizîrê bi hezaran kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin
Li bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê bi hezaran şênî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin. -
Li Kobanê cenazeyên şehîd Ciwan û Koçer hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên Şehîd Koçer (Ednan Osman) û Şehîd Ciwan Efrîn (Ciwan Hesen Hemkro) hatin veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Ebdo Mesrû hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdo Mesrû yê di 14’ê Mijdarê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin. -
Şervanê QSD'ê Ciwan Efrîn şehîd bû
QSD'ê ragihand ku şervanê wan ê li gundê Boxazê yê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû Ciwan Efrîn e. -
Îsraîlê êrîş bir ser Sûriyeyê: 2 kes mirin
Hate ragihandin ku balafirê şer ên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li Sûriyeyê barandine ku depoyeke Hîzbûllahê jî di nav de bû û di encamê de 2 milîsên 'alîgirê Îranê' hatine kuştin. -
Li Fîlîpînê erdheja bi 6,7 pileyî
Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk ên DYE'yê (USGS) ragihand ku roja Înê li başûrê Fîlîpînê bi mezinahiya 6,7 pileyî erd hejiya. Erdhej nebû sedema ragihandina hişyariya tsûnamiyê. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. -
Endamê PYD'ê Elî Sobaşi li Dêrikê hate veşartin
Cenazeyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Elî Sobaşi li navçeya Dêrikê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.