Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Gelên li kantona Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Minbicê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê ji bo şermezarkirina pergala qirkirin û êşkenceyê ku dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, meşek li dar xist.

Tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, endamên rêxistinên civaka demokratîk, komîn, meclis, gaziyên şer û malbatên şehîdan, bi sedan şênî beşdarî meşê bûn.

Şêniyan ku ji Çerxerêya Mêzan heya qada giştî ya naverasta bajar meşiyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, pankartên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vekirin. Her wiha dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Hilweşe faşîzma Tirk" berz kirin.

Şênî li qada giştî rawestiyan. Li eir endamê Federasyona Gaziyên Şer Gîvara El Zên axivî. Gîvara Şêx Zên pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir û got: "Tirkiye şerê projeyên demokratîk, bi taybetî projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye dike. Bi êrişên xwe yên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya wê dixwaze projeya me têk bibe û gelan ji ramanên Rêbertî dûr bixin. Lê gelên bi fikr û feslefeya Rêbertî ve girêdayî ne wê heya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin."

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sena Recep jî got, ew ê li gor feslefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin û wiha pê de çû "Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahiya gelên cîhanê em ê rêya têkoşîn û şoreşê bidomînin. Em wefadarên Rêbertî û doza gelên azad bin. Em ê heya serketinê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi tevahî azadxwazên cîhanê re li qadan bin."

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Rêber Abdullah Ocalan" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.