Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan

Şêniyên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê û Til Koçerê li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê daketin qadan.

Şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê yên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li bajarê Çilaxayê li dar xist. 

Bi sedan şêniyên her çar bajaran, endamên saziyên sivîl, xizmetguzariyê, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisa bajêr, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e" hildan.

Meşê ji pêşiya navenda meclisa bajêr heta Çerxerêya Şehîd Mahsûm dewam kir. Li çerxerêyê endamê Însiyatîfa Gel a Çilaxayê Salih Sefo axivî û pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir.

Sefo wiha domand: "Bi rêya wê pergalê dixwazin gelan qir bikin. Lê planên wan aşkera bûn. Em gelê vê herêmê serî ji siyasetên wan re natewînin. Em ê li ber xwe bidin û hêza xwe ji berxwedana Îmraliyê bigirin da ku wan planan têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

Endama Kongra Star a Çilaxayê Nezha Seyfûdîn jî got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan, mirovahiyê tevda ye. Ew baş vê yekê dizanin. Lewma pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalna dimeşînin. Lê Rêbertî li ber xwe dide û em ê jî li qadên têkoşînê bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Nezha wiha domand: "Bi saya Rêbertî, me destkeftî bi dest xistin. Divê em jî têkoşînê mezin bikin ji bo ku wî di nav xwe de azad bibînin."