Însiyatîfa Erebî bertek nîşanî Komîteya Wezaretan a KE’yê da

Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, “Divê bilez bikevin nava tevgerê û dawî li tecrîdê bînin.”

Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ronakbîr û têkoşer Abdullah Ocalan 42 meh in di tecrîdeke giran de ye. Li hember vê tecrîdê saziyên navneteweyî û Meclisa Wezîran a Ewropayê, bêdeng in. Helwesta wan a vê dawiyê, şermok e û bê bihane ye. Ev rê dide desthilata Tirk ku van kiryarên derqanûnî û dermirovî berdewam bike. Em dikarin vê hevkariya veşartî wisa şîrove bikin ku kiryarên çewisandinê yên desthilata Tirk ên li dijî mirovekî dike, rewa dike. Dilê vê mirovî tenê ji bo gelên herêmê, mafên wan û hêviyên wan ên azadiyê, demokrasiyê  û edaletê lê dide.

Em diyar dikin ku ev bêdengî û helwesta Meclisa Wezîran a Meclisa Ewropayê, tenê bêçaretî û hevkariya wê bi wan kiryarên li dijî mafên mirovan rave dike. Divê civata navneteweyî, saziyên hiqûqî yên cîhanê û saziyên Erebî, İslamî yên herêmî û navneteweyî bilez tev bigirin. Eva rewşa derqanûnî û tecrîdê bi dawî bikin. Mafên wî wek mirovekî, ronakbîrekî, siyasetmedarekî dabîn bikin ku ramanên herî baş ji siberoja gelên Rojhilata Navîn re pêşkêş dike. Rast e rewşenbîr û akademîsyen li qadên çandî, hiqûqî û gel têdikoşin, lê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Ronakbîr Abdullah Ocalan rê dirêj e. Azadiya wî kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurd û destpêkirina rêya rast e ji bo ku ewlehî, demokrasî li herêmê pêk were."

Komîteya Wezîran a Meclisa Ewropayê 20`ê Îlonê têkildarî biryara binpêkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Abdullah Ocalan civiya. Di wê civînê de tenê hişyarî da û tu helwesteke cidî negirt, tenê hate gotin: "Heke gavên pêwîst nehatin avêtin, wê Îlona 2025`an biryareke îstîsna bê girtin.”