Gulistan Îbrahîm: Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ di cîhanê de deng vedaye

Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ Gulistan Îbrahîm diyar kir ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di cîhanê de deng vedaye û got: “Rêber Apo doza azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest pêş xistiye.”

Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ Gulistan Îbrahîm Îbo derbarê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ji ANF’ê re axivî.

Gulistan Îbrahîm diyar kir ku pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li gelek welatên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê belav bû û destnîşan kir ku bi saya vê pêngavê gelek parêznameyên Abdullah Ocalan jî di nava civakan de hatin belavkirin. Gulistan Îbrahîm wiha got, “Di hemleyê de gelek xebat ji alîyê insyatîfa Azadiya Rêber Apo ve hatin meşandin. Yek ji wan xebatan jî belavkirina parêznameyên Rêber Apo bûn. Li kêleka wê hemleya xwendina parêznameyên Rêber Apo jî hate lidarixistin. Bi rêya gelek sazî û komunan, gel jî tevlî vê hemleyê bû û ev yek jî li ser asta cîhanî belav bû. Her wiha beşdarbûna dewletên cîhanî jî di vê hemlê de bi rojane asta wê zêdetir dibe.”

Gulistan anî ziman ku di vê pêngavê de gelek xebatên mezin û girîng hatin meşandin û wiha got, “Di vê pêngavê de konferansek li Efrîqa di çarçoveya tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, rastiya Rêber Apo û parêznameyên Rêbertî de hate lidarxistin. Li kêleka wê gelek konferansên hiqûqî û tenduristiyê jî têkildarî tecrîdê hatin lidarxistin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê serdana 33 partiyên siyasî hate kirin. Di wan serdanan de partiyan nêrînên xwe jî li ser tecrîd û azadîya fîzîkî ya Rêber Apo bi me re parve kirin û xuya kirin ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ne tenê li ser milê Însiyatîfê ye, lê li ser milê her kesî ye. Gelek nameyên di vê derbarê de hatin nivîsandin û ji dewletên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan re hatin şandin. Piştî wê hemleya komkirina îmzeyan jî hate lidarxistin û zêdetirî 3 milyon û 600 îmze hatin komkirin û ji dewletên navnetewî re hatin şandin.

Ji aliyê parêzeran ve name ji wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re hatin şandin. Di nav van xebatan de nameyên li ser tecrîdê ji aliyê parêzeran ve hatin nivîsandin  û zêdetirî 900 Îmze hatin komkirin û ji wezareta Edaletê ya Tirkiyê re hatin şandin. Her wiha panel tên lidarxistin. Serdana pêkhateyên Ereb jî hate kirin. Vê pêngavê dengvadanek mezin di cîhanê de ava kir.”

Di dawiya axaftina xwe de Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ Gulistan Îbrahîm Îbo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo doza gelê Kurd dest bi tekoşîna azadiyê kir, ji bo hemû gelên bindest têdikoşe û got, “Ji bo mezinkirina pêngava azadiyê û ji bo encam jê were girtin, wê çalakî û xebatên me di vê pêngavê de her tim berdewam bin. Weke însiyatîfa Ji Rêber APO re azadî em tu car nasekinin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, em ê xebatên xwe bimeşînin.”