Cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Îsmaîl Cûma û şervanê QSD‘ê Hesen Xeraba (Egîd) li Goristanên şehîdan ên Şehîd Dicle û Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hatin veşartin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îsamîl Cuma yê li gundê Qizelî yê Girê Spî dema êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dibersivand şehîd bû, îro bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulrehman Dumer axivî û sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest. Ebdulrehman anî ziman ku berdewama berxwedan û têkoşînê bersiva herî xurt ji dagirkeran e. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama rêveber a meclîsa navçeya Şêranê Lutfiya Mihemed jî axivî û ev tişt anî ziman: "Çiqasî em qala lehengiya şehîdan bikin em nikarin mafên wan bidin, lê em dikarin bi şehîdên xwe re wefedar bin û destkeftiyên wan biparêzin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

QAMIŞLO

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Hesen Xeraba (Egîd) ê ku 5‘ê Adarê di encama teqîna mayîna çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Dêrbêsiyê şehîd bibû li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Egîd li goristanê bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre dayika şehîd Feysel Cerbû, Fatima Casim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Casim got: "Şehîd stêrkên ku asîmanê azadiyê ronî dikin in, ji ber ku xwîna xwe ya pak di oxirina rizgarkirina welatê xwe û azadiya gelê xwe de feda kirin."

Casim anî ziman ku ew şopdarên fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, projeya netewa demokratîk û jiyana hevbeş pêk tînin û wiha domand: "Xwîna xort û keçên me yên şehîd ên ji hemû pêkhateyan di ber xaka vî welatî de tevlî hev bû, pê re projeya netewa demokratîk pêk hat ku mûzayîkeke bedew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz kir."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD‘ê Mihemed Îbrahîm (Heneş) ragihand ku 6‘ê Sibata 2018‘an di şerê li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê de li gundewarên Dêra Zorê şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Egîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hat veşartin.