Ambûlansên Tirk di xizmeta DAÎŞ'ê û El Nûsra de ne

Dayanç  Dervîşov ku dema di nav El Nûsra de bû birîndar bûyî, bi ambûlansên Tirk birin Rihayê û ji wir jî bi ambûlansê birin Girê Spî ya bi kontrola DAÎŞ'ê. Dervîşov niha di destê QSD'ê de girtiye.

Yek ji çeteyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê girtî Dayanç Dervîşov 2014'an ji Tirkiyê tevlî nav Cephet El Nûsra bû. Derşîvoz ê ku derbasî Idlibê bûyî, piştî ku nav salê birîndar dibe wî dibin Rihayê û ji wir jî bi ambûlansê dibine Girê Spî ku wê demê bi kontrola DAÎŞ'ê bû.

Piraniya biyaniyên ku tevlî Nûsra û DAÎŞ'ê dibin ji Tirkiyê derbas dibin. Dayanç Dervîşov ê 24 salî jî ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe û dikeve nav çetyan. Dervîşov dema ku ji Tirkmenîstanê tê Tirkiyê da ku zanîngehê bixwîne komên selefî nas dike û tevlî nav Nûsra dibe. Dervîşov dibêje, ''Ez li Kaynarca ya Sakaya dimam. Kesekî bi navê Evdilsabir li min geriya. Ji cemeateke Ozbek a li Tirkiyê bû. Wan ji bo ku tevlî nav Cebhet El Nûsra bibin zilam dişandin Sûriyê. Ew cemeat li Tirkiyê pir rehet bû. Diçûna Sûriyê û dihatin. Hikûmeta Tirk tiştek nedikir. Min jî nebihîst ku rojekê yek ji wan hatiye girtin.''

Dervîşov 2014'an tevlî nav Cebhet El Nûsra dibe, piştî demekê birîndar dibe û dibêje, wî 2 mehan radikin nexweşxaneya Daret Îze û ji zikê xwe emeliyat dibe.

JI RIHAYÊ BI AMBÛLANSÊ BIRIN NAV DAÎŞ'ê

Dervîşov got El Nûsra ji Idlibê ew bi ambûlansê şandina Tirkiyê, tedawiya wî kirine, ji vir jî dîsa bi ambûlansê şandine DAÎŞ'ê. Dervîşov got,''Ez 20 rojan li Rihayê li nexweşxaneyekê mam. Dîsa min xwest vegerima Sûriyê. Kesekî bi navê Ebû Ibrahîm hebû. Ez bi ambûlansê ji nexweşxaneya Rihayê şandim nexweşxaneya Akçakale. Ji wir em çûne ber deriyê sînor ê Til Ebyadê. Ji wir jî bi sedyeya bi teker derbas kirim. Wê demê li Til Ebyad DAÎŞ hebû.''

MIN XWEST KU BIÇIM TIRKIYÊ

Dervîşov got di nav DAÎŞ'ê de ew li Til Ebyad, Reqa, Bab, Dêrazorê maye, zewiciye, dema pêvajoya iran a Dêrazorê xwestiye ku biçe Tirkiyê lê bi ser neketiye û got, ''Min nikarîbû biçim Ozbekîstanê. Ji ber vê min jî xwest ku bi malbata xwe re biçime Tirkiyê. Jixwe wê demê me bihîst ku giregirên DAÎŞ'ê ji xaka xwe direvin.''

Dayanç Dervîşov û malbata wî, par dema ku Dêrazor/Baxoz hate azadkirin teslîmî QSD'ê bûn.