HRE: Li Efrîn û Babê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin ku di çalakiyên hêzên wan de yên navbera 4-7'ê Adarê 3 çete hatin uştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 4’ê Adarê; çeteyên dagirker xwestin êrişê bibin li ser bajarokê Şêx Îsa. Di encama bersivdayîna hêzên me de şer qewimî û çete paşve kişiyan. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Roja 5'ê Adarê; li Ezazê hêzên me li hemberî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet li dar xistin. Di encama çalakiyê de tankek hate rûxandin. Hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Roja 6'ê Adarê;

- Li Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.

- Li Ezazê 2 wesayitên çeteyên dagirker hatin şewitandin.

Roja 7’ê Adarê;

- Li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû. Her wiha wesayitek hat rûxandin.

- Li xeta Babê hêzên me 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 1 çete hat kuştin, 1 çete jî birîndar bû.

Bi giştî di encama çalakiyên 4 rojan de bi qasî ku hat zelal kirin; 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker di demên dawîn de gundên navçeya Şera, Şêrawa û gundên herêma Şehba bê navber bi obus û hewanan topbaran dike."