Artêşa Tirk hem li Rojava û hem jî li Başûr gund bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundekî girêdayî Til Temir û li Başûr jî gundekî girêdayî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê bombe kir.
Artêşa Tirk a dagirker gundekî girêdayî Til Temir û li Başûr jî gundekî girêdayî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê bombe kir.
Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet derdorî 20:30’î de gundê Um El Kêf a Til Temirê daye ber topan.
Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker di saetên şevê de jî gundê Daylan a herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê jî bombe kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de gund hatiye hedefkirin. Agahiyên berfireh nehatin girtin.