YPJ: Wê têkoşîna me heta serketinê berdewam bike

Hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên li herêma Cizîrê, bi merasîmek leşkerî û şahiyekê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Li Çiyayê Kezwana bajarê Hesekê ya Cizîrê Roja 8’ê Adarê, cejna tevahî jinên berxwedêr û cîhanê bi rûkeniya şervanên YPJ’ê û bi bedewiya keziyên keçên rojê bi coş û kelecaneke mezin hate pîrozkirin. Merasîm bi beşdariya sedan şervan û gelek fermandarê YPJ’ê hate lidarxistin. Fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar, Solîn Kobanê, Kurdistan Dêrîk, Albîn Amûdê û Avînar Girgê Legê beşdarî merasimê bûn. Rojda Şiyar di merasîmê de axivî û got; “Wê tekoşîna me ji bo azadiya tevahî jinan û parastina welatê me heya serketinê bidome.”

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar jî got ku, “Di serî de em roja 8’ê Adarê li tevahî şehîdên berxwedanê û li Rêber Apo pîroz dikin. Em roja berxwedana jinan ya li hember hişmendiya baviksalarî daye meşandin û vê roja ku bi keda jinên berxwedêr hatiye avakirin li tevahî jinên cîhanê bi parvekirina heman hestan ve pîroz dikin. Her wiha em li dayîkên şehîdan, tevahî mirovahiyê û jinên şoreşger yên bi kedek mezin tekoşîn dikin, bi coş û bi dilgermiyek mezin pîroz dikin.”

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar axaftina xwe wisa domand, “Weke roja îro têkoşîna jin û berxwedana jinên azadîxwaz, em gihîştin vana rojên serkeftinên dîrokî. Ji ber ku jin bi xwe jiyan e. Jinên ku îro li hember hemû şert û mercên herî dijwar li ber xwe dide li hember hişmendiya desthilatdar û di hemû qadên jiyanê de, ew jî YPJ'ê ye ku hemû jinên ji nasnameyên cur bi cur di nav xwede temsîl dike. Yê ku îro pêşengiyê dike, ji bo vîna xwe nasnameya xwe bi wêrekî derbixe holê, têkoşîn û şer dike. Bi hezkirina welatê xwe roj bi roj canê xwe feda kirin, ji bo jiyana wekhev her kêlî di nav berxwedaniyek dijwar de ne. Bêguman ev berxwedanî bi pêşengiya jinên rojhilata navîn di şexsê YPJ’ê de bi herfên zêrîn tê nivîsandin.”

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar, di dawî de bal kişand ser gefxwarinên dewleta Tirk û hevkarên wê yê li ser welatê wan dikin û wiha got; “Em YPJ bi vîn û baweriya xwe amede ne ku heta kêliya jiyana xwe dawî têbikoşin û ji bo azadiya tevahî jinên cîhanê û xaka xwe canê xwe feda bikin. Carek din em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo,li tevahî mirovahiyê û hevalên amede pîroz dikin.”

Şahiya ku ji aliyê şervanan ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkrin. Herî dawî şervanan govenda azadiyê cardin li ser xaka welatê xwe gerandin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan Azadî” û “Berxwedan jiyan e” şahiya xwe bi dawî kirin.