HRE'yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe ku li Efrînê şehîd bû eşkere kir û sersaxî ji gel û malbata wî re xwest.
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe ku li Efrînê şehîd bû eşkere kir û sersaxî ji gel û malbata wî re xwest.
Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:
"Di 3’yê Adarê de şervanê me Serhildan Sason di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li Efrînê şehît ket.
Hevrê Serhildan, di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dagirkeran de bi şervantiya xwe roleke girîng lîst. Li dijî dagirkerî, qirqirin û her cure paşverûtiyê bi hêrseke mezin û sekna xwe ya têkoşer sekinî. Hevrê Serhildan, di nava refên berxwedanê de erk û berpirsyariyên ku diketin ser milên wî, bi serkeftî bi cih anîn û tev li karwanê şehîdan bû.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Serhildan Sason
Nav û Paşnav: Adem Îrtem
Navê Dayikê: Zîynet
Navê Bav: Yasîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 3 Adar 2020
Em di şexsê hevrê Serhildan Sason de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."