Tedbîrên Rêveberiya Xweser a li dijî vîrûsê hatin zêdekirin

Tedbîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê ya li deriyê sînor ê Sêmalka ku girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye zêde bûn. Bang li welatiyên ewropa û rojnamevanan hate kirin ku ‘geştê’ nekin.

Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di navbera herêma Dêrikê û herêma başûrê Kurdistanê de, bi daxuyaniyekê tedbîrên li dijî vîrûsê eşkere kir û got: "Piştî belavbûna vîrusa Koronayê û ji bo parastina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi biryareke Desteya Tenduristiyê wek tedbîreke parastinê, em bang li hemû welatî û rojnamevanên li Ewropayê dikin ku ji niha ve heta demeke nediyar rêwîtiyê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nekin."

Li hemû deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên tenduristiyê yên zêde wekî kontrolkirina kesên ji derveyî herêmê tên, bi rê ve diçin. Heta niha tu rewşên nexweşiya vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine belgekirin.