Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek nivîskî bersiva daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed ên derbarê doza Kurdî û gelê Kurd ê li Sûriyê da.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi ketina aloziya Sûriyê sala xwe ya 10‘an û tunebûna derfetên çareseriyê re, Sûriyê veguherî qada nakokiyên herêmî û navdewletî. Rejîma Sûriyê ji berpirsyartiyên xwe reviya bi serhişkî û îsrara xwe ya çareserkirina aloziyê di nêrîneke teneg de wekî ku tu guhertin çênebûye beşê herî mezin ê vê aloziyê ye. Serokê rejîma Sûriyê derdikeve û bi heman mentiqê ku bûye sedema vî aloziyê diaxive, mentiqî dûrketina ji rastiyan e.
Nêzîkatiyên bi vî zimanî û girtina mijara doza Kurdî ya dîrokî li Sûriyê bi vê rengî li gorî berjewendiyên siyasetên Tirkiyê hat û pesndayîna Tirkiyê ye ya ku serweriya xaka Sûriyê binpê dike, rejîma Sûriyê dibêje ew rê nade tu kesî ku xaka wê binpê bike.
Daxuyaniyên vê rengî xebatên çareseriyê asteng dike û dide nîşandan ku rejîm di mijara diyalogan û vekirina li çareseriyên demokratîk li Sûriyê de ne cidî ye, ji ber doza Kurdî beşek girîng ji çareseriya giştî Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî dê pêşketineke rasteqîn di xeta guhertinê li Sûriyê de pêk bîne.
Girêdayî tewanên parçebûnê û tewanên din ên bi vî rengî, divê rejîm li dema borî ya nêzî vegere û bi bîr bîne ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bi pirrengî û yekbûna xwe yên xeta parastî ne, berxwedana Efrînê ya 58 rojan a li dijî dijminê toranîzma Tirk, her wiha berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî, berxwedanên bi salan ên li dijî DAÎŞ‘ê hatin kirin tenê ji bo Sûriyê veneguherên wîlayetên Tirk û navendê xîlafetê ku rejîma Sûriyê li hemberî wê bêdeng bû û wekî ku bûyerên li Sûriyê diqewimîn derveyî çarçoveya Sûriyê dinêrî.
Em ne bi hewce ne ku delîlan li ser berxwedan û têkoşîna ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê raber kirin, derxînin pêş, lê em serkeftinên rejîma Sûriyê ji destpêka aloziya heta roja îro pirs bikin.
Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku mentiqê rejîmê di dirêjeya salên derbasbûyî de tu çareserî neanî û îsrara wê ya girtina mijarê bi vî rengî xizmeta derfetên çareseriyê nake. Di heman demê de paşguhkirina rûdanên li herêmên ku komên terorîst û dewleta Tirk lê hene ku mîna ku herêmên Tirkî nêzî van herêman dibin.
Ya herî baş e ew ku rejîm nas bike ku guhertin girîng e û çareseriya demokratîk ya herî serkeftî ye, divê vekirinek ji bo guhertinên ku li Sûriyê çêbûne hebe. Her wiha li doza Kurdî binere ku beşek girîng ji çareseriya niştimanî ya Sûriyê giştî ye û projeya Rêvebeirya Xweser projeyek niştimanî Sûriyê û ziyanê nade Sûriyê wekî welat û yekitiya wî. Di heman demê de projeya netewa demokratîk û biratiya gelan di parastina piraniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de serkeftina xwe îsbat kir. Hedefkirina van herêman bi çi rêbazan hewldank ji têkbirina destkeftiyên niştimanî yên Sûriyê û dikeve xizmeta kesên ku dixwazin li Sûriyê alozî, nakokî di navbera pêkhateyên wê de û parçekirina yekitiya çêbibin."