Foza Yûsif: Gotinên Esad întixarekî siyasî ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif a têkildarî gotinên Esad a ‘Doza Kurd xeyalî ye’ nirxand got: “Ev gotin gotina Erdogan a ‘tu ne fikirî nîne’ teman dike. Her du di nuqteya înkarê de hatin ba hev. Peyama werin em li dijî Kurdan bibin yek e.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di bernameyeke taybet a di televîzyona Ronahî TV de hate weşandin têkildarî daxuyaniyê Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad a Kurd nîne nirxand.

Foza Yûsif a di Ronahî TV de bersiva pirsên Mihemed Seydî da, bal kişand ser van xisûsan:

“Li Rojhilata Navîn ti maseyek nîne, maseyên heyî jî ji ber ku hemû jî li erdê ne, ji bo wê ewqas şer û nakokî hene. Maseyên heyî jî hemû li ser pêyekê  hatine avakirin û yekparêziyê ferzdikin.

Gotinên Esad ên kirî û dubareya gotinên berê ne. Em van gotin û daxuyaniyan ji nêz ve nas dikin. Sedemê şerê 9 sal in ku li Sûriyeyê rû dan ev hişmendî û nêzîkatî ye.

SIYASETEKÎ WINDAKIRÎ, KETÎ Û ÎFLASKIRÎ YE

Aliyekî van daxuyaniyan jî girêdayî Tirkiyeyê ye. Ji ber fobiya Kurd a Tirkiyeyê, bi Tirkiyeyê re heta astekê li hev bikin, peyama em bi hev re li Kurdan bidine. Ev jî siyasetekî pir klasîk e û siyasetekî windakirî, ketî û îflaskirî ye. Ev siyaset çareseriyê ji bo Sûriyeyê naîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku pirsa Ermenî, Suryanî, Kurd, Durzî, Sunnî nîne. Ê baş e ku ti pirsgirêk nebe pirsa çima Sûriye kete vî halî gelo nayê kirin?

PEYAM ERDOGAN WERE EM BI HEV RE KURDAN ÎNKAR BIKINE

Bi vî awayî pirsgirêkê nedîtin, înkarkirin, bi xwe re sîyasetek întixarê tîne. Bi vî awayî nêzîkbûna pirsgirkkê zêdetir mudaxeleyên derve bi xwe re tîne û vê dike ku Sûriyeyê bike Iraqa duyemîn. Ev daxuyanî ji hêviyên çareseriyê zêdetir îşaretên negatîvbûnê peyda dike.

DIVÊ HER KES BI BERPIRSYAR NÊZÎK BIBE

Eger ku gelek bê înkarkirin, wê demê mafê berxwedanê yê wî gelî peyda dibe. Ev jî wê bibe sedem ku Sûriyeyê ber bi rewşek hê xirabtir ve bibe. Ji bo wê gotinên divê li ber çavan bên girtinin. Divê em hemû bi berpirsyar nêzîk bibin.

Li Sûriyeyê tişta ku bu sedem ku bi hezaran kes bimirin  bi milyona kes jî koçber bibe çi bû? Ev înkar bû sedema serhildanê. Serhildan ji kû destpê kir? Ji Derayê destpê kir. Li wir jî înkara gelê Ereb hebû. Diyare ku pirsgirêk bi daxuyaniyên wiha nabe.  

KURD JI DÎROKÊ VE LI WIRIN

Kurd ji ti cihekî nehatine. Kurd li ser vê axê bûn, li vir hatine dinê û mezin bûne. Bê koka me çiqasî li ser vê axê ye, bila ew dîronas bêjin. Komka me tevahiya dîrokê li Mezopotamyayê ye. Me ti carî jî ne gotiye ev a me ye. Em li ser bingehê gelan tevger dikin. Di wê hêviyê de ne ku yên yekîtiya Sûriyeyê jî çêbikin ev gel in.

NE DYE Û NE JÎ RÛSYA ME VEXWENDIYE

Em ji bo çareseriyeke demokratîk têkoşîn dikin. Berî Emerîkî jî bên me qala çareseriyeke siyasî û yekîtiya Sûriyeyê dikir. Niha jî heman tiştî dibêjin. Dema em bi pêş ve diçûn û me gelek dever azad jî dikir heman tişt digot. Dema dagirkeriya Tirkiyeyê jî hat me heman tişt got.

Me ti hêzên derve venexwendiye Sûriyeyê. Eger ku rejîma Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn bikiriba, Emerîkan nedihat. Mînak; di şerê Kobanê de DAÎŞ’ê bi tankên Sûriyeyê şer kir. Çima? Ji ber ku li dijî DAÎŞ’ê li ber  xwe nedan, bi tankên wan DAÎŞ’ê êrîşî me kirin.

DEMA ME LI BER XWE DIDA ESED LI KÛ BÛ?

Em nebûn sedem ku ne DYE û ne jî Rûsya bê vir. Heman tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Birêz Beşar Esed îdîa dike ku me li dijî Tirkiyeyê tenê guleyek jî neteqandiye. Bi rastî gotinên mirovan pir dihêle heyirî…

Me li Efrînê 2 mehan li ber xwe da, bi hezaran şehîd me da. Li nuqteya sifir a Serêkaniyê nêzî 500 şehîd me da. Îro li Idlibê me yek balafira Sûriyeyê nedît. Me li dijî DAÎŞ’ê 11 hezar şehîd da, lê bi rehetî tê gotin ku me yek gule neteqandiye.

BERXWEDANA ME NEBÛYA WÊ ŞAM PAYTEXTA DAÎŞ’Ê BA

Eger ku berxwedana me nebûna, îro wê Şam paytexta Ebûbekir Bexdadî an jî patexta Heyet Tehrîr El Şam bûna. Eger ku berxwedana me nebûna, çawa ku Reqa û Dêra Zor girtibûn wê Şam jî bigirtiba.

Tişta herî zêde dike ku mirov bibe xwedî helwest înkar e. Divê di vê mijarê de mirov baldar be. Divê bi hişmendiya berpirsyariyê bikeve tevgerê. Divê ji daxuyaniyên wiha mirov xwe dûr bixe.”