Ji çeperên Til Temir peyama ji bo 8'ê Adarê

Şervanên jin ên li çeperên Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe didin, 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kirin û gotin, "Em ê 8’ê Adara 2020’an bikin roja misogeriya serketinê, ev soza me ya ji bo tevahî jinên cîhanê ye."

Bi wesîleya hatina biharê û Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8'ê Adarê, me berê objektîfa xwe da çeperên têkoşerên YPJ'ê. Şervanên Jin ên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî peyamên girîng bi me re parve kirin.

Şervana ji bajarê Efrînê ye, Xemlîn Zekeriya asta êrîşên dewleta Tirk nirxand û wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker heya niha jî dewam dikin. Di encama van êrîşan de bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Em jî wek şervanên ji di çeperên xwe de bersiva van êrîşan didin. Hêjayî gotinê ye ku ev çepera ku niha em li wir dimînin û diparêzin, em hemû şervanên jin in. Ev çeper jî çepera herî nêzî dijmine. Bi vê zanebûnê îro em li hember her cûre êrîşên dagirkeran disekinin û bersiva pêwîst didin”.

Şervan Xemlîn ji çeperên berxwedanê roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Em wek şervanên jin roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin û dibêjin em ê 8’ê Adara 2020’an bikin roja misogeriya serketinê, ev soza me ya ji bo tevahî jinên cîhanê ye”.

Şervana Ereb ku bi eslê xwe ji bajarê Til Temire Bêrîtan Cûdî jî qala armanca tevlîbûna xwe ya nava refên têkoşînê kir. Bêrîtan: “Armanca tevlîbûna min a nava refên têkoşînê ew e ku ez civaka xwe biparêzim, ji ber di van demên dawî de êrîşên pir dijwar li ser civak û gelê me de hatin, heya niha jî ev êrîş dewam dikin, lê em ti carî xeta xwe ya berxwedanê bernadin. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev berxwedana me dawî li hewldana dagirkeriyê bîne. Dewleta Tirk navê terorîst li me kiriye, lê her kes dizane ku em hemwelatiyên vê axê ne û axa xwe diparêzin. Lê ew êrîşî welatê me dike, wê demê gelo kî ji me terorîst e? Erka me ye em welatê xwe ji her cûre êrîşan biparêzin û em wek şervanên Kurd, Ereb û Sûryan niha erka xwe bi cih tînin û heya dawî jî em dev ji parastina axa xwe bernadin”.

Şervan Bêrîtan wek hevalên xwe roja 8’ê Adarê bi van peyaman pîroz kir; “Ez roja 8’ê Adarê li hemû jinên karker, berxwedêr û têkoşer pîroz dikim. Em di çeperan de vê rojê pêşwazî dikin, ev jî ji bo me serbilindî ye ku em bi berxwedanê vê rojê pîroz û pêşwazî bikin. Ji xwe roja 8’ê Adarê bi roja tekoşîna jinê tê zanîn, emê jî vê tekoşînê heya serkeftinê bibin”.

Şervan Rûmaf Amûdê a ku ji bajarê Amûdê ye, asta hovîtî û êrîşên dewleta Tirk nirxand: “Êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hîn berdewan dike, lê piştî dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî hêrs û kîna me li hember dijminê hov zêdetir bû. Dijminê mirovahiyê her roj gefan li me duxwe û dibêje ez êrîşî terorîstan dikim, lê ji bîr dike yê terorîst ew bi xwe ye. Ji ber ti mafê wî li ser axa Sûriyê nîne. Em ti carî van hovîtiyan ji bîr nakin, em rondikên dayîkên xwe ji bîr nakin û ji bo tolhildana xwîna şehîdên xwe emê heya dawî li hember van êrîşên hovane biseknin û li berxwe bidin”.

Rûmaf roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bal kişande ser van xalan; “Ev roj ji bo tevahî jinan rojeke pîroz e, di vê rojê de hêza jin derdikeve holê, bi taybet weke hêza jinê, ne tenê roja 8’ê Adarê, hemû rojên salê bi tekoşîn û berxwedanê ve dagirtî ye. Di ti artêşê de jin beşdarî nava artêşê nabin, lê avabûna Yekîneyên Parastina Jinê tevlîbûna me a vê refê cihê serbilindiyê ye”.

Şervana ji bajarê Serê Kaniyê Denîz SerêKaniyê jî qala wêrekî û qehremaniya ciwanên Serê Kaniyê kir û wiha got: “Êrîşên pir dijwar li ser bajarê me hate çêkirin, lê ev êrîşên hovane hêrs û kîneke pir mezin di ciwanên bajarê Serê Kaniyê de da avakirin. Ev ne cara yekê ye êrîş bi ser me û gelê me de tên, bi sala ne êrîşên dewleta Tirk li ser welatê me û gelê me tê kirin, lê her carê bi rûyekê cuda êrîş dike. Ev 5 mehên dawî bi hovîtî û teknîka xwe ya herî pêşketî êrîşî bajarên me dike. Li hember van êrîşan berxwedaniyeke bê hempa hat raber kirin”.

Ji bo roja 8’ê Adarê jî şervan Denîz wiha got: “Ev roj rojeke pîroz e, gelê me yê Serê Kaniyê li kampan pîroz dikin, em jî ji bo parastina gelê xwe li çeperan vê rojê pêşwazî dikin. Ev ji bo me çalakiyeke herî mezine. Em bawerin emê bi vê sekna xwe sala 2020’an bikin sala serkeftina gelê xwe”.

Şervanên Jin ên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê yên di çeperên Til Temir de bang li tevahî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin ku rêxistinbûna xwe xurtir bikin û wiha gotin: “Em bang li tevahî jinan dikin ku li hember dagirkeriyê biseknin û bibin yek dest ku em dagirkeriyê ji axa xwe derxin û ji bo azadiya xwe werin beşdarî nava refên têkoşînê bibin. Ji ber ev ax axa me ye û pêwîste em vê axê biparêzin. Bi vî rengî jin dikarin îradeya xwe derxin holê û dagirkirina ser welatê xwe têk bibin."