KNK-Rojava li Qamişlo buroya xwe vekir

KNK-Rojava li Qamişlo buroya xwe ya yekem vekir.

KNK-Rojava bi tevlîbûna gelek kesî buroya xwe ya yekem li Qamişlo bi merasîmekê vekir.

Di vekirina buroya Komîteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk, QSD`ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk, nûnerên Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Civaka Îslamî ya Demokratîk, nûnerên eşîrên Erebî û Kurdî, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe amade bûn.

‘JI BO YEKÎTIYA NETWÎ GIRÎNG E’

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso îşaret bi girîngiya vekirina buroya ya di demekê de li ser yekîtiya netwî kar tê kirin a li Rojava kir û got: "Di vê pêvajoyê de vekirina buroyê xwedî girîngiyek zêde ye."

Komîteya Rêveber a KNK’ê piştî ji bo vekirina buroyê hemû belgeyên pêwîst pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û şûnde ji bo li tevahî herêmê kar bike destûr girtine.