Li Efrînê 7 çete hatin kuştin, 2 wesayit hatin îmhakirin

Li naveyên Raco, Bilbilê û Şêrawa yên Efrînê di çalakiyên sabotajê de 7 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 2 wesayit hatin îmhakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê ev daxuyanî da:

"3'ê Adarê hêzên me li gundên Berbenê û Qopê yên navçeya Racoyê, gundê Zarê yê navçeya Bilbilê û gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê li dijî nuqteyên kontrolê yên komên çete çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 7 çete hatin kuştin û 5 çete birîndar bûn. 2 wesayit jî hatin îmhakirin.

Artêşa dagirker jî bi rengekî bênavber gundên navçeya Şêrawayê bombe kir."