Li Rojava çalakiyê 8’ê Adarê

Jin li gelek bajarên Rojava hatin ba hev û ji bo 8’ê Adarê çalakî li dar xistin.

ŞEHBA

Çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên cûr bi cûr didomin. Dayik û hevjînin şehîdan ên Efrîn Şehbayê serdana Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Azad kirin. Dayik û hevjînên şehîdan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê pêşkêşî wan kirin.

Bi navê Kongreya Star a herêma Efrînê endama kongreyê spasiya dayik û hevjînên şehîdan kirin û 8‘ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Îman El-Hesen Roja Jinan a Cîhanê li jinan pîroz kir û destnîşan kir ku jin bi saya ramanê Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe nas kirin û serkeftin qezenc kirin.

KOBANÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi beşdarbûna endamên rêxistinê û saziyên civaka sivîl daxuyanî dan. Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Nesrîn Elî daxuyanî xwend.

Nesrîn anî ziman ku li dijî jinên Sûriyeyê binpêkirin têne kirin û bi navê şerefê tundî li ser wan tê meşandin û ji mafên xwe yên qanûnî bêpar hatin hiştin. Her wiha destnîşan kir ku di şer de cenazeyên wan tên êrişkirin û şewitandin.

Nesrîn got: "Divê mafên jinan werin misogerkirin, pirjinî, zewicandina zarokan werin qedexekirin û wesiyeta li ser jinan were rakirin da ku karibe bi serbestî cihê xwe di nava civakê de bigire."

AMÛDÊ

Kongreya Star şahiyek bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` li gundê Girê Mozan ê dîrokî ya girêdayî navçeya Amûde li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûde, bajarok û gundên girêdayî wê tevî endamên saziyên sivîl, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li şahiyê bûn.

Dîka şahiyê bi wêneyên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Azadî ji bo Serok Apo” hate xemilandin.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongreya Star Mura Zoro axivî û 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got: "Em 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Mura Zoro diyar kir ku asta jinê gihaştiyê berhema fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Yê ku ji bo derxistina jinê ji çirava zihniyeta mêrdestiyê têkoşiya û li ber xwe daye. Mura wiha domand: "Mînaka herî berbiçav, hebûna jinê li her derê ye da ku roja xwe pîroz bike."

QAMIŞLO

Bi sponseriya Weqfa Jin a Rewşenbîr û Rêxistina Mafên Mirovan semînerek girêdayî bandorên neyînî yên şer û nakokiyan li ser jinê hate dayîn. Semîner li parka Xwendinê ya li navçeya Xerbiye ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Hiqûqnas Zozan Ibrahîm di semînerê de axivî û behsa peymana CEDAW a tunekirina tevahiya cureyên cudahiyê li dijî jinê kir. Zozan bendên peymanê bibîr xistin û got: "Divê cudahî li dijî jinê neyê bikaranîn, tunekirina tevahiya cureyên cudahiyê li dijî jinê di warên dermankirin, wergirtina xebatên tenduristiyê tevî xebatên girêdayî malbatê."

TIL HEMÎS- TIL BIRAK
Li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên kantona Qamişlo jinan serdana Kongreya Star, Navenda Kehrebê, Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birak, YPJ, Navneda Asayîşê û Meclisa Malbatên Şehîdan kirin û gul diyarî wan kirin.