Şehîd Serhildan Efrîn li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin

Ji bo Serhildan Efrîn ku di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de şehîd bû, li Şehbayê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê li pêşiya nexweşxaneya Evrîn a li navçeya Fafînê kom bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd Serhildan Efrîn bir goristana Şehîdan a Ehrezê.

Li goristana şehîdan piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan  Hesen Birko û bi navê Kongreya Star Emîne Denglî axivîn.

Piştî axaftinan wesîqeya Şehîd Serhildan Efrîn ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zêneb Ebdo ve hate xwendin.