Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Jina azad, civaka azad e

Komîteya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di peyama ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de got: “Jina azad, civaka azad e.”

Komîteya Gaziyan bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên kedkar pîroz kir û kesên şehîd bûne bibîr anî.

Komîteya Gaziyan destnîşan kir ku divê jiyan li ser azadiya jinê bê avakirin û li dijî hişmendiya serwer a mêr dîsa ji bo azadiya jinê divê dakevin qadan.

Komîteya Gaziyan a got: “Her jin li ser xaka xwe jiyanê vedihûne” û diyar kir ku bi axê girêdanê di navbera nasname û îdeolojiyê de çêdike.

Komîteye Gaziyan bibîr xist ku modernîteya kapitalîs îro bedena jinê esîr girtiye û bal kişand ku her çendê li cîhanê têkoşîna jinê xurt jî bûbe, hê jî gelek jin di bin zilman mêran de ye.

Komîte ya ku hêvî kir jinên şoreşger li qada navneteweyî û Rojhilata Navîn bibin dengên hemû jinan got: “Xeta azadiya jinê wê bigihîne serketinê. Jin azad, civaka azad e.”