Dewleta Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê bombe kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şerawa ya Efrîn û Şehbayê bombe kirin.

Rejîma Enqerê û çeteyên wê li gorî saet herêmî saet derdorî 21:30’î gundê Aqîbê û Ziyaret ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê dan ber topan.

Dewleta Tirk 25’ê Sibatê jî gundê Aqîbê bombe kiribû û ji heman malbatê 3 kes qetil kiribû.

Li gorî saeta herêmî saet derdorî 20:15’ê jî  gundê Şêx Îsa yê Şehbayê dewleta Tirk bombe kir.

Têkildarî encamên bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin girtin.

Bi taybet piştî ku rejîma Tirk li Idlibê derbên giran xwarin êrîşên xwe yên li dijî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriye/Rojava zêdetir kir. Ti roj nîne ku jîngehên sivîlan neyên bombekirin. Ji êrîşên dagirkeriyê  9’ê Cotmeha 2019’an heta niha bi sedan sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û bi sed hezaran kes jî neçar mane malên xwe biterikînin û koçber bibin.