Endamê TEV-DEM’ê şehîd Abdulah hate veşartin

Endamê TEV-DEM’ê Imadedîn Abdulah yê ku li ser erkê xwe şehîd bûyî, li goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê hat veşartin.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Imadedîn dema li ser erkê xwe bû şehîd ket. Bi merasîma ku li goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê hate veşartin.

Bi sedan kesên ku li ber derê nexweşxaneyê kom bûyîn dema cenazeyê Imadedîn Abdulah rakirin, berbi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê. Di merasîma ku li goristanê hatî kirin de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Sîpan wiha axivî: “Şehîd Imadedîn di tevlîbûna berxwedana gel de gav paşve neavêt, ji bo ku şoreş bigihêje serkeftinê tekoşiya û di vê oxirê de canê xwe feda kir. Ji bo hemû şehîdan soza me heye, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan heta dawiyê emê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwandin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd dibin dirûşmeyan de spartin axê.