'Mesûdek çû wê bi hezaran şopa rêya Mesûd bidomînin'

Salek ji ser şehadeta 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan çûn. Malbata şehîd Mesûd diyar kir bi hezaran ciwan ji bo tolhildan û avakirinê dane ser rêya şehîd Mesûd.

Di 25’ê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan kiribû hedef û di vê êrîşê de 6 ciwan şehîd bûbûn. Nûjiyan, Viyan, Rojîn, Mesûd, Mirhef û Welîd di vê êrîşê de hatibûn şehîdxistin. Dewleta Tirk xwest bi rêya van êrîşan îradeya ciwanan bişkîne lê ciwanan berxwedaniya xwe ya li dijî dagirkeriyê domandin.

Şoreşa Rojava bi ciwanan geş û mezin dibe. Şoreşa Rojava bi hêza ciwanan dest pêkir û heta îro didome. Di Şoreşa Rojava de Nûjiyan, Viyan, Rojîn, Mesûd, Mirhef û Welîde bi xwîna xwe destana lehengiyê nivîsandin.

Yên ku pêşengiyê ji Şoreşa Rojava re dikin û li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd mezin bûn ciwan in, ji lewra Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan dibêje “Me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantiyê bi ser bikevin" ji ber ku şoreşa bi jin û ciwanan dest pê kiribe, ne mumkun e têk here. 

Bavê şehîd Mesûd, Mihemed Temo diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker ji fedakariya ciwanan ditirsiya û got “Di şehadeta şehîd Mesûd de destên îxaneta Mala Barzanî hebû. Dewleta Tirk dixwaze bişibe Osmaniyan. Bila dewleta Tirk balefiran neyne, heke dikare bila ew bi xwe were. Ez bavê şehîd Mesûd im, heta dilopa min a dawî ez ê li ser rêça şehîd Mesûd bim. Wê dewleta Tirk bi berxwedaniya ciwanan têk biçe.”

MESÛD ÇÛ WÊ BI SEDAN CIWAN RÊYA MESÛD BIŞOPÎNIN

Dayîka şehîd Mesûd, Medîne Ehmed jî diyar kir bi sedan ciwan ji bo jiyaneke azad rêya şehîd Mesûd dişopînin û got “Dewleta Tirk ji fedakariya ciwanan ditirsiya û berxwedana ciwanan ji bo xwe xetere dît. Dewleta Tirk her dem dixwaze gelê herêmê tune bike. Dewleta Tirk li çiyayên azad tê diçe û ji ber vê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Em dizanin ku wê dewleta Tirk têk biçe. Em ê bi berxwedaniya ciwanana û gel, li hemberî dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Birayê Şehîd Mesûd, Ebdilferîd Îbrahîm jî derbarê şehadeta birayê xwe de diyar kir dewleta Tirk ji hêza jinan ditirse û ji ber vê jin û ciwanan dike hedef û got “Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên li herêmê tune bike. Dewleta Tirk dixwaze projeya Neteweya Demokratîk a ku her gel di bin sîwana rêveberiyeke xweser de dijîn, têk bibe û ji ber vê ciwanan dike hedef. Li ser zarok, jin, kal û pîran hovîtiya dewleta Tirk heye. Em ê jî heta dilopa dawîn a xwîna xwe, berxwedana xwe bidomînin. Mesûdek çû lê bi sedan kes hene ku têkevin şûna wî.”