Cenazeyê 6 şehîdan li Reqayê hatin veşartin

Cenazeyên şeş şehîdên di 26’ê Kanûnê de li taxa El Diriyê ya Reqayê şehîd bibûn, li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye hatin veşartin.

Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl Ebdulcendelî, Beşar Oryal Îsmaîl, Husam Hemed El Mûsa, Enes Ebdulezîz El Meter, şervanên QSD′ê Omer Feyad El Nasir û Ehmed Nasir El Silêman ên di 26’ê Kanûnê de di êrîşa DAÎŞ′ê ya bi ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa El Diriyê ya li Reqayê kiribûn de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye hatin veşartin. Di merasîmê de malbatên şehîdan fermandarên QSD′ê, şêx û rûspiyên eşîran, endamên rêveberiyên sivîl û leşkerî û bi sedan şênî amade bûn.

Di merasîmê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a QSD′ê ya Reqayê Mistefa Bali axivî û wiha got: "Em li pêşber lehengiya şehîdan em QSD′ê tenê dikarin bêjin em li ser soza xwe ne. Şehîdên me di cejna Neolê de ji bo parastina malbatên xwe ji êrîşên kujer, terorîst û sûcdaran, canê xwe da. Lê em soz didin şehîdan ku em ê li ser rêya wan bin, ewlehî û aramiyê ji gel û bajarên xwe re pêk bînin. Em QSD′ê û Rêveberiya Xweser me çawa ji beriya 5 salan ve projeyên wan ên mêtîngerî têk birin, em ê dîsa têk bibin."

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbaz Elî El Hesen axivî û wiha got: "Me soz da vî welatî em ê parastina şêniyên xwe bikin. Em soz didin dayikên şehîdan ku em ê li hember çi êrîşên li dijî herêmên me bibin mertal."

Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin.