Tevgerên ciwanan li Qamişlo û Kobanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşmeya “Tolhildan“ daketin qadan û êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
QAMIŞLO
Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongra Star daketin qadan. Xwepêşandêran pankartên “Bi ruhê Zap, Avaşîn û Metînayê em dê tecrîdê bişkînin û Kurdistana azad misoger bikin” û peykera pêlava gerîla hildan.
Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ve bi rê ket, li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Ronahî Hisên siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên çiyayên Kurdistanê yên ku îradeya gel temsîl dikin şermezar kir.
Ronahî soza tolhildana şehîdan, bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwdana Rêber Apo ” bi dawî bû.
KOBANÎ
Li bajarê Kobanê jî li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên bi çekên kîmyewî û dagirkeriyê hatin şermezarkirin.