ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaranê bang kir: Divê demildest were berdan

ÎHD’yiyan xwestin Rêvebera ÎHD’ê ya girtî Hatîce Onaran were berdan û bang kirin ku her kes dengê xwe bilind bike.

Endamên Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwestin Rêvebera ÎHD’ê ya girtî Hatîce Onaran were berdan û bang kirin ku her kes dengê xwe bilind bike.

Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî Endama komîsyona Gitîgehan ya ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Hatîce Onaran a sedî 79 astengdar civîneke çapemeniyê li dar xist ku Onaran ji bo ji hevjîn û hin girtiyên din pere şandiye bi hinceta ‘pereşandina ji rêxistinê re’  4 sal 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. 

Endama MYK’ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen du civînê de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Hatîce Onaran ji 4’ê Çileyê ve ye tedawiya pençeşêra kolonê dibîne û da zanîn ku Onaran ji sedî 79 astengdar e. 

Nûray Çevîrmen banga serbestberdana Onaranê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Divê baro, yekîtiyan baroyan û hemû kes û saziyên demokratîk û di serî de jî saziyên siyasî li hemberî vê bêhiqûqiya mezin dengê xwe bilind bikin. Em bang li raya giştî, çapemenî û hemû saziyên eleqedar dikin ku li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin û daxwaz dikin ku Hatîce Onaran demildest were berdan.’’