Li Amûdê şehîd hatin bibîranîn: Em ê şopdarên rêya wan bin

Li navçeya Amûdê bi tevlêbûna sedan kesan 17 şehîdên meha Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin bibîranîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê tevlêbûna bi sedan kesî merasîmê bîranîna 17 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîd Îsmaîl li dar xist. Di merasîm de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna ewlehiyê de û got: "Ji bo azad û serkeftinê em amade ne hîna şehîdan bidin."

Ebdulbaqî Dawê veguhertina Goristana Şehîdan a Serêkaniyê bo navenda perwerdekirina çeteyan şermezar kir û got, ev kiryar dûrî rêgezên mirovî û exlaqê ye. Dawê anî ziman ku sûc û kiryar îsrara wan a berxwedanê zêdetir dike û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan Hebîb û Hena Xalid nasnameyên 17 şehîdan xwendin.

Şehîdên hatin bibîranîn ev in: Gerîlayên HPGʹê Hewas Îbrahîm Sado, Cuma Mihemed, Ehmed Xorşîd, Xorşîd Silêman, Ehmed Hebîb, Hesen Ferhan, gerîlaya YJA Star Perîşan Mistefa, şervanên YPGʹê Zana Çolî, Ebulmuhsin Eryan, Îqab Taha, Egîd Yûsif, Feyad Feyad, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Civan Şerîf, şervanên QSDʹê Mihemd Mihemed, Tariq Hisên û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ezher Îzedîn û Ebdullah Mihemed.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.